Tirkiyeyê ceza li ser 20 kesayetî û 18 saziyên Îranê sepandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand, wê li ser 20 kesayetî û 18 saziyên Îranî yên ku bi çalakiyên atomî yên wî welatî ve girêdayî ne, ceza sepandine û mal û milkên wan cemidandine. Ev pêngav, piştî ku Ewropa û Neteweyên Yekgirtî mekanîzmaya sepandina cezayan li ser Tehranê ji nû ve çalak kirin, tê avêtin.

Biryar bi fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derket. Di biryarê de ew "kes û rêxistinên ku beşdarî bernameya pêşxistina atomî ya Îranê bûne, wekî şirketên keştîvaniyê, şirketên enerjiyê û navendên lêkolînê" hatine armanckirin.

Hêzên mezin ên rojavayî, di nav de Amerîka, Kanada û Brîtanya, roja Çarşema borî ragihandibûn ku ew ê cezayên Neteweyên Yekgirtî li ser Tehranê ji nû ve bisepînin û cezayên nû li ser bernameyên atomî û mûşekî yên wî welatî zêde bikin.

Di nav wan aliyan de ku Tirkiyeyê ew kirine armanc, ev sazî hene: Rêxistina Enerjiya Etomî ya Îranê, Banka Sipah, Banka Navneteweyî ya Sipah, Navenda Lêkolîn û Hilberîna Sotemeniya Etomî ya Îsfehanê, Navenda Teknolojî ya Etomî ya Îsfehanê, Navenda Lêkolînên Etomî ya Kerecê, Navenda Lêkolînên Çandinî û Bijîşkî ya Etomî, Kompanyaya Keştîvaniyê ya Îran-Hindistan, Kompanyaya Enerjiyê ya Novin û Pars Tarash, Kompanyaya Cabir bin Heyan, Kompanyaya Pîşesaziya Enerjiyê ya Pîşgam û Keştîvaniya Başûrê Îranê.

Herwiha, di lîsteya wan kesan de ku mal û milkên wan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine cemidandin, navên wekî "Behmen Eskerpur, Mihemed Fîdayî Aşiyanî, Ebas Rezayî Aşiyanî, Hale Bextiyar, Murteza Behzad, Husên Husênî" û çend kesên din cih digirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment