Erdhejeke bihêz devereke nêzî westgeheke atomî ya Îranê hejand

Navenda Nûçeyan (K24) - Erdhejekê bi pileya 5.3 li gorî pîvana Richterê devera Zevarêyê ya rojhilatê westgeha atomî ya Netenzê li parêzgeha Esfehanê hejand û li herdu parêzgehên Qom û Tehranê jî hat hîskirin.

Medyaya Îranê ragihand ku, erdhejek bi pileya 5.3 li gorî pîvana Richterê serê sibeha îro (În, 3ê Cotmeha 2025ê) li devera Zevareyê ya bakur-rojhilatê Esfehanê bi kûrahiya 10 kîlometran hat tomarkirin.

Ajansa Tasnimê ya Nûçeyan a nêzî Pasdaran jî ragihand ku, şêniyên herdu parêzgehên Qom û Tehranê jî hêza wê erdhejê hîs kiriye. Hat piştrastkirin jî ku, ti zirareke canî nebûye lê zirarên madî nehatin eşkerekirin.

Îran ji ber cihê xwe yê erdnîgarî yek ji wan welatan e yên ku gelek erdhej lê diqewimin, ya herî navdar jî erdheja sala 1990ê bû ku li gorî 7.7 pileyên Richterê bû, bakurê rojavayê Îranê hejandibû, nêzîkî 37 hezar kesan kuştibûn û 100 hezar kesên din jî birîndar kiribûn.

 
Fly Erbil Advertisment