Erdogan: Bersiva Hemasê ji bo aştiyeke mayînde pêngaveke girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, pêşwazî li bersiva Tevgera Hemasê ya ji bo pêşniyara agirbestê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û ew weke "pêngaveke avaker û girîng ji bo misogerkirina aştiyeke mayînde" bi nav kir.

Erdogan îro 4ê Mijdarê peyamek ser tora civakî "X" belav kir û tê de, ragihand: "Bersiva Hemasê ya ji bo plana misogerkirina agirbestê li Xezzeyê, pêngaveke avaker û girîng e ji bo gihîştina aştiyeke mayînde." Herwiha tekezî li ser pêwîstiya rawestandina demildest a êrîşên Îsraîlê û pabendbûna wê bi plana agirbestê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê nivîsand: "Pêwîst e hemû pêngav bêyî derengî ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê û misogerkirina aştiyeke mayînde werin avêtin. Divê êdî ev komkujiya ku wijdanê cîhanê bi kûrî birîndar kiriye, bi dawî bibe."

Herwiha Erdogan piştrast kir ku Tirkiye "dê hemû hêza xwe bi kar bîne da ku danûstandin encamên herî baş ji bo gelê Filistînê bi xwe re bînin û çareseriya du-dewletî, ya ku civaka navneteweyî jî piştgiriya wê dike, were cîbicîkirin."

Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de tê, ku di rojên borî de Tirkiye ligel Misir û Qeterê, di nav hewldanên navbeynkariyê de bûn û şêwir didan Hemasê derbarê awayê bersivdana pêşniyara Serokê Amerîkayê ji bo rawestandina şer li Kerta Xezzeyê.

Pêşniyara Trump çend xalên sereke li xwe digire, di nav de azadkirina hemû dîlên Îsraîlî, radestkirina termên barimteyên ku hatine kuştin, û spartina rêveberiya Xezzeyê ji bo desthilateke teknokrat a Filistînî ya serbixwe.

Bersiva erênî ya Hemasê ji bo vê pêşniyarê, bertekên erênî yên navneteweyî bi xwe re anî û hêviyek ji bo bidawîkirina tundûtûjiyan li herêmê çêkir.

 
 
Fly Erbil Advertisment