Lîsteya PDKê li Hewlêrê: Armanca me ya sereke xizmetkirina gel û parastina berjewendiyên niştimanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê Rêbiwar Hadî, destpêkirina bangeşeya hilbijartinê ya lîsteya hejmar 275 a partiya xwe ragihand. Hadî da zanîn ku ew di qonaxeke girîng a dîrokî de ne û armanca wan a sereke xizmetkirina gel û parastina berjewendiyên niştimanî ye.

Rêbiwar Hadî îro 4ê Cotmehê di konferanseke rojnamevanî de, tekezî li ser girîngiya qonaxa dahatû kir û armancên sereke yên partiya xwe yên ji bo Bexdayê eşkere kirin û got: "Armanca me ya herî mezin xizmetkirina gel û parastina berjewendiyên niştimanî ye. Em wekî kandîdên Partiyê, xwe wekî parêzerên mafê hemû çîn û tebeqeyên xelkê Kurdistanê dibînin."

Serokê Lîsteya PDKê li Hewlêrê da zanîn, partiya wan bi dirûşma "Hevparî, Hevsengî û Lihevkirin" beşdarî vê hilbijartinê dibe û wiha axivî: "Iraq welatekî lihevkirinê ye, loma pêwîst e em hemû di rêvebirin û biryardanê de beşdar bin. Eger me hevparîyeke rastîn bi cih anî, em dikarin hevsengiyê jî pêk bînin û xizmeteke zêdetir pêşkêş bikin."

Rêbiwar Hadî herwiha bal kişand ser pêwîstiya rêzgirtina li îradeya gelê Kurdistanê û got ku ew her tim li gel çareseriya aştiyane û diyalogê bûne. Herwiha got: "Em mîratgirên rêbazeke pir bi şanazî û pîroz in, rêbaza xizmetkirin, aramî û avadaniyê."

Di dawiya gotara xwe de, Serokê Lîsteya PDKê bang li cemawerê bajarê Hewlêrê û hemû alîgirên partiya xwe kir ku bi hemû hêza xwe beşdarî hilbijartinan bibin û baweriya xwe anî ziman ku bi piştevaniya gel û bi hewldana kandîdên xwe, ew ê serkeftineke mezin tomar bikin.

Bangeşeya hilbijartinê ya xula şeşem a Parlamentoya Iraqê bi awayekî fermî dest pê kiriye û biryar e di rojên pêş de aliyên siyasî karname û bernameyên xwe ji bo dengdêran eşkere bikin.

 
 
Fly Erbil Advertisment