Pêşangeha Pirtûkan a Silêmaniyê deriyên xwe ji xwendevanan re vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşangeha 7emîn a Navneteweyî ya Pirtûkan li bajarê Silêmaniyê deriyên xwe li ber xwendevanan vekiriye. Biryar e pêşangeh heta 13ê Cotmehê berdewam bike û tê de zêdetirî 250 weşanxane ji 16 welatên cîhanê beşdar in.
Pêşangeh duh 3ê Cotmeh hat vebû, rojane ji saet 10ê sibehê heta 8ê êvarê dê vekirî be. Di pêşangehê de zêdetirî 250 navendên çap û weşanê beşdar in, ku ji sedî 70ê wan navendên navneteweyî û ji sedî 30ê wan jî navxweyî ne.
Pirtûk û berhemên çapkirî yên ji zêdetirî 16 welatên cuda tên pêşandan, ku bi hezaran sernavên cuda li xwe digirin.
Karmendî weşanxaneya beşdar ji K24ê re got: "Li gorî salên borî, îsal hîn ewqasî ne qelebalix e, lê xelk hêdî hêdî berê xwe didinê û tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de hejmara serdaneran zêdetir bibe."
Heman karmendî derbarê daxwaza xwendevanan de jî da zanîn ku daxwazeke zêdetir li ser pirtûkên Îngilîzî heye li gorî pirtûkên Kurdî, tevî ku weşanxaneyên navxweyî hewl dane berhemên baştir pêşkêş bikin.
Li perawîza pêşangehê, rojane gelek çalakî û panelên cuda yên edebî û rewşenbîrî tên lidarxistin.