Bêgerd Talabanî: Di Kabîneya Nehemîn de 8 bendav hatine temamkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî ragihand, di Kabîneya Nehem de, heşt bendav hatine temamkirin ku şiyana komkirina avê di wan de li ser 160 milyon metre sêca ye.

Bêgerd Talabanî îro 3ê Cotmehê ji rojnamevanan re diyar kir, di dema Kabîneya Nehem de, wan weke Wezareta Çandinî, plana sereke ya wan komkirina avê bûye. Herwiha got: "Bi dilxweşî, 8 bendav hatine temamkirin, şiyana girtina avê di wan de li ser 160 milyon metre sêca ye."

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê da zanîn jî, niha kar li ser 12 bendavên din berdewam e. Ligel Hikûmeta Iraqê jî, ew di têkiliyê de ne ji bo çêkirina çar bendavên stratejîk ku dê bibin genzîneya avê ya Iraqê, ew jî bendavên Bakirman, Mendawa, Delge û Teqteq in.

Di Kabîneya Nehem de, ji bilî çêkirina 8 bendavan, 23 gol jî hatine çêkirin û 58 golên din jî di qonaxa çêkirinê de ne.

Ev proje dê roleke sereke di geşkirina beşên çandinî û geştyarî, avakirina gundan, parastina samana masiyan, ava binerdê hebe û dê bibin sedemek ji bo bihêztirkirina ewlehiya avê li Herêma Kurdistanê.

Herwiha, ji bilî çêkirina gol û bendavan, çendîn projeyên din ên stratejîk ên avê li bajar û bajarokan hatine cîbicîkirin, ku yê herî diyar projeya ava lezgîn a Hewlêrê ye ku dê ji bo 30 salan pirsgirêka kêmbûna avê li Hewlêrê bi tevahî ji holê rake.

Wekî din, Kabîneya Nehem mijûlî cîbicîkirina xeta sêyemîn a projeya ava Dukan – Silêmaniyê ye û bi temamkirina vê projeyê, dê ji bo 25 salan bi tevahî pirsgirêka avê li Silêmaniyê were çareserkirin.

 
Fly Erbil Advertisment