Rojavayê Kurdistanê bi fermî bû endamê Konfederasyona Futbolê ya CONIFAyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêngaveke girîng a werzişî de, Rojavayê Kurdistanê wek endamê nû yê Konfederasyona Komeleyên Futbolê yên Serbixwe (CONIFA) hat qebûlkirin. Bi vê pêngavê, Rojavayê Kurdistanê tevlî Herêma Kurdistanê dibe û wek endamê 42an ê vê rêxistinê cihê xwe girt.
CONIFAyê di daxuyaniyekê de, şanazî û kêfxweşiya xwe ragihand ku endamekî nû yê bi navê "Rojavayê Kurdistanê" li rêxistina wan zêde bûye û wiha got: "Em xwedî agahiyeke berfireh li ser çîrok û dîroka neteweya Kurd in û em dixwazin bi hev re çand û armancên vê neteweyê zêdetir bi cîhanê bidin nasîn. Em ê bi rêya werzişê kar ji bo bidestxistina mafên wan bikin."
Konfederasyona Komeleyên Futbolê yên Serbixwe (CONIFA), yekîtiyeke komeleyên futbolê ye ku di sala 2013an de hatiye damezrandin. Ew ji tîmên ku nûnertiya netewe, herêmên girêdayî, dewletên ku nehatine naskirin, kêmnetewe û gelên ku ne endamên FIFAyê ne, pêk tê.
Tîma Neteweyî ya Herêma Kurdistanê di sala 2012an de mêvandariya Kupa Cîhanî ya VIVAyê kiribû û bûbû şampiyonê cîhanê yê herêm û neteweyan.
Heya niha CONIFA xwedî 42 endaman e ku li ser parzemînan belav bûne: 16 endam li Ewropayê, 10 endam li Asyayê (di nav de Herêma Kurdistan û niha Rojava), 6 endam li Amerîkaya Başûr, 5 endam li Amerîkaya Bakur, 4 endam li Afrîkayê û 2 endam jî li Okyanûsyayê hene.

