Fuad Husên ji Romayê: Em alîkariyên Îtalyayê bo Pêşmergeyan bilind dinirxînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê di çarçoveya civînekê de ligel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê ragihand ku Îraq li du şerî nagere û piştgiriyê dide hemî bizavên aştîxwaziyê. Herwesa her du aliyan tekez li ser berdewamiya hevpariya ewlehiyê û perwerdekirina Artêşa Îraqê û Hêza Pêşmergeyan ji aliyê Îtalyayê ve kir.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên îro În, 16ê Cotmeha 2026ê, di çarçoveya serdana xwe ya Romayê de, li avahiyê Wezareta Berevaniyê ya Îtalyayê ligel Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî Guido Crosetto civiya.

Li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Îraqê, di wê civînê de bi hûrgilî behsa rola Hevpeymaniya Navdewletî bo rûbirûbûna terorê li Îraqê, tevlîbûna hêzên Îtalyayê di operasyonên şikandina rêxistina terorîstî ya DAÎŞê de, tevî rola Romayê di meşq û perwerdekirina Artêşa Îraqê û Hêza Pêşmergeyan de bi merema bilindkirina şiyanên wan ên leşkerî û ewlehî û herwesa pêşveçûnên herêmî û encamên pevçûnên berdewam ên Rojhilata Navîn hat kirin.

Di wê civînê de, Fuad Husên ragihand: "Îraq bi ti rengekî li dû destpêkirina şerî nagere, belku bi hemî rengan piştgiriyê dide rêya diyalogê û çespandina aştiyê." Amaje bi wê yekê jî kir ku bizavên girêdayî hêwirkirina aloziyan ber bi alozbûna zêdetir ve pêngavan davêjin, bi taybetî ew aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de hene.

Herwesa Wezîrê Derve yê Îraqê spasiya hikûmeta Îtalyayê kir, ji ber pêşwaziya wan a germ û rêz û hurmetên xwe bo hevpariya bibandor a navbera her du welatan di rûbirûbûna DAÎŞê de diyar kir û tekez kir ku alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Îtalyayê bandoreke berçav di parastina axa Îraqê de hebûye.

Fuad Husên tekez li ser giringiya berdewamiya peywendî û hevkariya navbera hemî pişkên hêzên çekdar ên Îraqê û hempayên wan ên Îtalyayî kir, herwesa spasiya Îtalyayê kir ku derfeta meşq û perwerdekirina leşkerî bo efserên Îraqî û efserên Hêza Pêşmergeyan peyda dike.

Di derheqa DAÎŞê de jî, navbirî ron kir ku ew rêxistin hêşta wekî gefeke fikrî û hebûna hinek şaneyên razayî li çend deveran maye, lê hêzên leşkerî û ewlehî yên Îraqê ezmûneke berfireh di rûbirûbûna wê de peyda kiriye.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto jî ji aliyê xwe ve pêşwazî li serdana Wezîrê Derve yê Îraqê kir û tekez li ser xurtbûna peywendiyên navbera Roma û Bexdayê di warên cuda cuda de kir.

Crosetto tekez jî kir ku Îraq wekî stûneke serekî bo parastina aramiya deverê dimîne, herwesa amadehiya temam a welatê xwe bo berdewamîdana piştgiriyê bo Îraqê di her demekê de ku daxwaz bike jî diyar kir, bi taybetî bi rêya serperiştîkirina korsên leşkerî û ewlehî bo efserên Artêşa Îraqê û Hêza Pêşmergeyan.