Netanyahu: Mûşekên Îranê dikarin bigihîjin Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê, Benyamîn Netanyahu di daxuyaniyeke balkêş de ragihand, mûşekên ku Îran çêdike "di paşerojê de dikarin bigihîjin Amerîkayê" û tekez kir ku "di rastiyê de, Îsraîl Amerîkayê diparêze."
Netanyahu di podkastekê de li gel rojnamevanê Cihû-Amerîkî, Ben Shapiro, hişyariyeke tund da derbarê şiyanên leşkerî û armancên Îranê.
Li gorî rojnameya Îsraîlî "Yedioth Ahronoth", Netanyahu eşkere kir ku "Îran li ser pêşxistina mûşekeke bi dûrahiya 8 hezar kîlometreyî dixebite. Bi 3 hezar kîlometreyên din, ew dikarin New York, Washington, Boston, Miami û heta Mar-a-Lago (cihê mana Trump li Florîdayê) bikin armanca êrîşên atomî, lê Îsraîlê rê li ber vê yekê girt."
Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir, Îran dixwaze bi pêşxistina "mûşekên navparzemînî" rasterast "gefê li bajarên Amerîkayê bixwe", lê wî tekez kir û got: "Me bi hevkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump, rê li ber vê hewldanê girt û ew bername rawestand."
Ev daxuyanî piştî êrişên berfireh ên meha Hezîrana borî tên, ku tê de Îsraîlê êrişeke ji nişka ve biribû ser navendên atomî, baregehên leşkerî û binesaziya berevaniyê ya Îranê. Wê demê Tel Avîvê ragihandibû ku armanca êrişê têkşikandina bernameya atomî û jinavbirina binesaziya mûşekî ya Îranê ye. Di heman demê de, Amerîkayê jî ji bo lawazkirina şiyanên Îranê, êriş biribû ser hinek navendên wê yên atomî.
Daxuyaniyên Netanyahu hewldanek e ji bo ku tekez bike ku şerê Îsraîlê yê li dijî Îranê ne tenê ji bo parastina ewlehiya xwe ye, lê di heman demê de xizmeteke mezin ji ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê re jî kiriye.