Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê agirbesteke berfireh li gel Mezlûm Ebdî ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra li Şamê civiyan û li ser agirbesteke berfireh û demildest li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê lihev kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra îro 7ê Cotmehê li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" daxuyaniyek belav kir û got: "Kêmek berê, li paytext Şamê, ez li gel birêz Mezlûm Ebdî civiyam. Me li hev kir ku li hemû enî û xalên leşkerî yên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê agirbesteke berfireh were ragihandin û ev rêkeftin demildest bikeve meriyetê."
Hevdîtin di çarçoveya serdana şandeyeke payebilind a Rêveberiya Xweser bo Şamê de pêk hat, ku ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn pêk tê.
Armanca sereke ya serdana şandeyê, gotûbêjkirina mekanîzmayên bicihanîna bendên Peymana 10ê Adarê ye, ku di navbera Fermandariya HSDê û hikumeta veguhêz de hatibû îmzekirin. Herwiha hat ragihandin ku şande li gel Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şerî jî civiya ye.
Ragihandina agirbesêtê, rojekê piştî civîna berpirsên Rêveberiya Xweser û HSDê li gel şandeyeke Hevpeymaniya Navdewletî tê, ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper serokatiya wê dikirin.