Trump: Dîlgirtî roja Duşemê tên berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke bi televîzyona "Fox News" re, rêkeftineke aştiyê di navbera Îsraîl û Hemasê de ragihand. Trump pêşbînî kir, roja Duşema bê dîlgirtî, tevî termên kesên hatine kuştin, werin azadkirin.
Trump di daxuyaniya xwe de got: "Ez bawer im ku roja Duşemê dîlgirtî dê werin vegerandin û ev yek termên kesên hatine kuştin jî li xwe digire."
Serokê Amerîkayê ev roj weke "rojeke mezin ji bo Îsraîl û cîhanê" binav kir û eşkere kir ku wî peywendiyeke telefonî ya "gelekî baş" ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu pêk aniye.
Îsraîl û Hemas rêkeftinê piştrast dikin
Ji aliyê xwe ve, Benyamîn Netanyahu jî piştrast kir ku kabîneya hikûmeta wî dê îro Pêncşemê ji bo pesendkirina rêkeftinê bicive.
Di heman demê de, Tevgera Hemasê di daxuyaniyekê de ragihand: "Rêkeftin ji bo bidawîkirina şer, vekişîna dagirkeriyê, hatina alîkariyan û guhertina dîlgirtiyan hatiye kirin."
Hemasê spasiya hewlên navbeynkariyê yên Qeter, Misir û Tirkiyeyê kir û hewlên Donald Trump jî bilind nirxand. Tevgerê daxwaz ji aliyên navneteweyî kir ku pabendbûna Îsraîlê bi mercên rêkeftinê re misoger bikin.
Li gorî çavkaniyeke agahdar ji danûstandinan, îmzekirina fermî ya rêkeftinê dê îro piştî nîvroya Pêncşemê li welatê Misirê birêve biçe.
Ji 251 kesên ku di 7ê Cotmeha 2023an de ji aliyê Hemasê ve hatibûn revandin, hîn jî 47 kes li Xezzeyê girtî ne.