Li Hewlêrê kampanyaya rûbirûbûna penceşêra pêsîrê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê di Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Penceşêra Pêsîrê de ragihand, navendeke taybet ji bo pişkinîna pêşwext hatiye vekirin û 13 bijîşkên pispor ji bo welatiyan xizmetê dikin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed îro 9ê Cotmehê di konferanseke taybet de got: "Niha navenda pişkinîna pêşwext vekirî ye û welatî dikarin serdana navendê bikin. Heft bijîşkên pispor ên neştergeriyê û şeş bijîşkên pispor ên sonarê, rojane pişkinîna welatiyan dikin û çareseriyê ji wan re peyda dikin."

Dr. Dilovan herwiha got: "Divê welatî wê rastiyê ji bîr nekin ku rêgirtina li nexweşiyê, pişkinîna pêşwext û destnîşankirina cure û çawaniya nexweşiyê, ji girîngiya proseya wergirtina çareseriyê ne kêmtir e."

Da zanîn jî, Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi mebesta hişyarkirin û agahdarkirina pêşwext a welatiyan, bi rêya tîmên xwe yên gerok ên ser bi Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê ve, li derveyî nexweşxaneyan pişkinîn û sonarê ji bo wan kesên ku dixwazin ji rewşa xwe ya tenduristiyê piştrast bibin, pêk tîne.

Meha Cotmehê her sal ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ve weke meha rûbirûbûna bi penceşêra pêsîrê û hişyariyê hatiye diyarkirin. Li seranserê cîhanê û li Herêma Kurdistanê jî, bi rêya  semînar û konferansan, bi awayekî berfireh hişyarî û zanyarî ji welatiyan, bi taybetî ji jinan re, tê dayîn.

 
Fly Erbil Advertisment