HSD: Hêzên Sûriyeyê êrîşî xaleke leşkerî ya Dêrazorê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê hêzê li deverên derdora Dêrazorê û rojhilatê Helebê careke din rûbirûyî hev bûn, û di encamê de ji herdu aliyan kuştî û birîndar hene.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di beyannameyekê de ragihand, “Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê li gundê Meratê li devera heft gundan a rojhilatê Dêrazorê bi rêya dronên bombekirî êrîşî xaleke leşkerî kir, û di encamê de bergirîkerekê me hat kuştin û nehên din jî birîndar bûn.”

HSDê her di wê beyannameyê de ragihand ku, hêzên wê bersiva êrîşa komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê daye, êrîşî bingeha wan çekdaran li qeraxa rojavayê Çemê Firatê kiriye û çend çekdar rasterast kirine armanc.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herwesa ragihand, “Çend komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bizav kir ku bigihîjin xalên leşkerî yên HSDê li nêzîkî bendava Tişrînê li rojhilatê Helebê.”

HSDê eşkere jî kir, “wan çekdaran bombeyên destî avêtin nav bergirîkerên HSDê û bizav kir ku wan tenê bi bombeyan bikujin, lê bergirîkeran tavilê bersiva êrîşa wan da, yek ji çekdarên wan kuşt û yên din jî revîn û termê kuştiyê xwe li wê derê hêla.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di wê neyannameyê de amaje jî da ku, wan maf heye xwe biparêzin, bi bizavên ku rêyê li ber gihîştina çekdaran ji bo xal û bingehên wan ên leşkerî digirin. Tekez jî kir ku, ew dê bergiriyê ji welatiyan bikin û dê tenahî û ewlehiya deverê biparêzin.

 
Fly Erbil Advertisment