Mezlûm Ebdî: Şandeke me diçe Şamê û HSD dê bibe beşek ji artêşa nû ya Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî, da zanîn ku HSD dê tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibe û ji bo destpêkirina vê pêvajoyê dê di rojên pêş de heyetek serdana Şamê bike. Ebdî herwiha destnîşan kir, Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) dê li seranserê Sûriyeyê şerê DAIŞ'ê bike.
Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî, duh 10ê Comehê bi boneya 10'emîn salvegera damezrandina HSD'ê daxuyaniyek da û ev roj li gelê Sûriyeyê, şervan û hevalbendên xwe pîroz kir. Ebdî diyar kir ku serkeftinên HSD'ê bi saya piştevaniya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe pêk hatiye.
"Em ê di avakirina artêşa Sûriyeyê ya nû de cih bigirin"
Ebdî bal kişand ser qonaxa nû ya li Sûriyeyê û wiha got: "Piştî têkçûna rejîma Beisê, Sûriyeyeke nû hate avakirin û li Sûriyeyê artêşeke nû tê avakirin. Em jî weke hêzeke sereke ya parastina Sûriyeyê, dê di avakirina artêşeke nû de cih bigirin. HSD dê bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê ya nû ku tê avakirin."
Ji bo cîbicîkirina lihevkirina 10'ê Adarê, Ebdî ragihand ku ew ê wek fermandariya HSD'ê di rojên pêş de heyetekê bişînin Şamê da ku li gel Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê pêvajoya tevlîbûna HSD'ê ya ji bo artêşê bi fermî dest pê bikin.
"Ezmûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike"
Fermandarê Giştî teqez kir ku HSD bi ezmûna xwe ya di şerê li dijî DAIŞ'ê de, bi perwerdeya 10 salan, bi xebata xwe ya li gel hêzên navneteweyî û bi piştevaniya gel, dê bibe hêzeke girîng di nava artêşa Sûriyeyê de û wê hêz û xurttir bike.
Rola Nû ya YAT'ê: Şerê li Dijî DAIŞ'ê li Seranserê Welat
Mezlûm Ebdî derbarê paşeroja Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) de jî agahiyên girîng parve kirin û got: "Hêza me ya dijî terorê, YAT, dê roleke nû bilîze. Êdî ne tenê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, lê li ser asta niştimanî û li gel yekîneyên din ên artêşa Sûriyeyê dê xebateke hevbeş bimeşîne."
Ebdî anî ziman ku ew bawer dikin tecrubeya mezin a YAT'ê ya di van salên borî de, dê di pêvajoya nû de roleke pêşeng di şerê li dijî DAIŞ û terorê de li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê bilîze û bibe sedema serkeftineke mezin.
Piştî hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî û Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra ya roja 7ê Cotmehê, li eniyên şer agirbesteke demildest hatibû ragihandin.
Merhef Ebû Qesra li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" daxuyaniyek belav kir û got: "Me li hev kir ku li hemû enî û xalên leşkerî yên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê agirbesteke berfireh were ragihandin û ev rêkeftin demildest bikeve warê cibicîkirinê."
Ev pêşhat wek encama lihevkirina ku di 10'ê Adarê de di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin, tê dîtin. Li gorî wê lihevkirinê, ji bo cîbicîkirina xalên peymanê komîteyên hevbeş hatibûn avakirin, ku xalên herî girîng "yekxistina saziyên sivîl û leşkerî" û "nasîna mafên Kurdan di destûrê de" bûn.