Kevirê bingehê yê rêya 60 metrî li Hewlêrê hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî ragihand, bi budçeyeke 36 milyar û 300 milyon dînarî, projeya avakirina Cadeya 60 Metrî li bajarê Hewlêrê tê cîbicîkirin ku dê çendîn rêyên sereke bi hev ve girê bide.
Sasan Ewnî îro 11ê Cotmehê kevirê bingehîn ê projeya Cadeya 60 Metrî ya Hewlêrê danî û di konferanseke rojnamevanî de agahî li girîngiya projeyê dan.
Wezîrê Şaredariyê eşkere kir, ev proje xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e, ji ber ku ew dê cadeyên bazneyî (xelekî) yên 120 metrî û 150 metrî bi sê rêyên sereke yên (Hewlêr-Behrke, Hewlêr-Pîrmam û Hewlêr-Koye) ve bi hev girê bide.
Sasan Ewnî got: "Ev projeya ku îro em kevirê bingehîn ê wê datînin, yekemîn cadeya 60 metrî ye ku di nava Masterplana Hewlêrê de ye û tê cîbicîkirin."
Her wiha destnîşan kir, ev cade dê xizmeteke mezin bigihîne herêmeke berfireh û çûnûhatina niştecihên çendîn tax û bajarokên nû, weke Şarê Aras, Kerk, Girdcotyar û bajarokên Aram Yek û Aram Du, hêsantir bike.
Di dawiyê de, Wezîrê Şaredariyê piştrastî da ku di paşerojê de dê li ser cîbicîkirina cadeyên din ên di nava masterplanê de jî kar were kirin.