Zaxo: Rêya 7 gundên qezaya Batîfayê tê qîrkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî aramîbûna navçeyên sînorî ji ber rawestandina şerê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyeyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi projeyeke girîng a avedaniyê kir û rêya heft gundên ser bi qezaya Batîfayê ve qîr dike.

Bi vegeriyana aramiyê bo navçeyê, jiyan jî hêdî hêdî vedigere rewşa xwe ya asayî. Welatiyên herêmê bi kêfxweşî pêşwazî li projeya çêkirina rê û banan dikin, ku ev yek dê çûnûhatinê li ser wan gelekî hêsan bike.

Welatiyekî bi navê Sedîq Binyamîn ku cotkar e û niştecihê yek ji gundan e, kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Berê rewş gelek nexweş bû, lê niha dema tu têyî vir, weke ku tu li bihuştê bî."

Mihemed Nûrî, welatiyekî din ê navçeyê, got: "Piştî asayîbûna rewşê, hikûmetê dest bi çêkirina rêyên me kir ku berê pir xirab bûn û çûnûhatin zehmet bû. Spas ji Xwedê re, niha hêdî hêdî tên çêkirin û em hêvîdar in di demek nêzîk de bi dawî bibin."

Rêveberê Projeyê Hacî Ebdulletîf ji K24'ê re ragihand, proje heft gundan li xwe digire ku ev in: Dêmka, Serkê Bêsilê, Sorya, Şîlan, Şîrîn û Kêşanê. Her wiha got: "Ev proje di sala 2010'an de dest pê kiribû, lê ji ber şer û aloziyan rawestiyabû. Niha me cardin dest pê kiriye û biryar e di zûtirîn dem de bê temamkirin."

Ji bo vê projeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê budçeyeke bi qasî heşt milyar dînarî terxan kiriye.

Plana Giştî ya Rêveberiya Zaxoyê

Qaymeqamê Batîfayê Ferhad Mehmûd diyar kir, ev pêngav beşek e ji planeke berfireh û got: "Di çarçoveya bernameyeke ku ji aliyê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve hatiye danîn de, biryar hatiye dayîn ku xizmetguzarî bigihîje hemû wan gundên ku di dema borî de ji ber şer zirar dîtine, ku çêkirina rê û banan jî di nav de ye."

Çar sal in Batîfa bûye qeza û ji wê demê ve xizmetguzariyên berbiçav pêşkêşî navçeyê hatine kirin, ku di nav de qîrkirina zêdetirî 180 kîlometre rêyên navxweyî jî heye.

 

 

Fly Erbil Advertisment