Bi budceya 424 milyon dolarî, projeya ava Dûkan-Silêmanî tê cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, roja Yekşemê, 12ê Cotmeha 2025an, dê peymana projeya mezin a ava Dûkan-Silêmanî 3 were îmzekirin. 

Li gor daxuyaniyê, proje li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi budceya 423 milyon û 890 hezar dolarî tê cîbicîkirin û tê payîn ku ji bo 30 salên bê pirsgirêka kêmbûna avê li Silêmaniyê çareser bike.

Di daxuyaniyê de ku îro Pêncşemê, 9ê Cotmehê, hatiye belavkirin, hatiye eşkerekirin, ji bo baştir cîbicîkirina projeyê û gihandina xizmeteke herî baş ji xelkê Silêmaniyê re, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku budceya projeyê ji 398 milyon û 486 hezar dolarî bo 423 milyon û 890 hezar dolarî zêde bike.

Merasîma îmzekirina peymanê dê roja Yekşema bê, li Dîwana Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê di navbera wezaretê û kompaniya cîbicîkar de birêve biçe.

Piştî ku Wezareta Şaredariyê di 2ê Îlona 2024an de girîngiya projeyê pêşkêşî Serokatiya Dîwanê kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî demildest razîbûna xwe li ser cîbicîkirina projeyê nîşan da.

 
 
Fly Erbil Advertisment