Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kampanyayeke hişyarkirinê da cestpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanî de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kampanyayeke hişyarkirinê li navenda bajarê Hewlêrê da cestpêkirin û peyamên xwe bi rêya broşurên taybet li ser welatiyan û bi taybetî ciwanan belav dike.

Peyamnêra Kurdistan24ê li Hewlêrê Şeyma Bayîz îro (În, 10ê Cotmeha 2025ê) got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kampanyayeke hişyarkirina li ser madeyên hişber ji bo zêdetir hişyarkirina welatiyan û bi taybetî jî texa ciwanan daye cestpêkirin,.”

Endamê Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mihemed Ebdilxaliq jî ji Kurdistan24ê re got: “Me pêdivî dît ku di Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanî de kampanyayeke wisa bidin destpêkirin. Me berî pênc mehan jî kampanyayeke neteweyî ya bi vî rengî dabû destpêkirin.”

Mihemed Ebdilxaliq  amaje jî da, “Em dixwazin bi rêya belavkirina nameyên hişyarkirinê û broşurên girêdayî metirsiya madeyên hişber zêdetir bikin, ji ber ku ew li ser jiyana her kesî û bi taybetî ya ciwanan bûne gef.”

10ê Cotmehê wekî Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanî hatiye destnîşankirin û rêxistinên tenduristiyê hersal di vê rojê de peyamên hişyarkirinê belav dikin.

 
Fly Erbil Advertisment