Mezlûm Ebdî: Me lihevkirineka destpêkî bo têkilkirina hêzên xwe ligel dezgehên hikûmetê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, ew li ser mekanîzma têkilkirina hêzên xwe bi dezgehên Hikûmeta Sûriyeyê re gihîştine lihevkirineka destpêkî.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji Ajansa France Pressê re ragihand ku, ew bi rayedarên Hikûmeta Sûriyeyê re gihîştine ‘lihevkirineka destpêkî’ ji bo mekanîzma têkilkirina hêzên xwe bi Wezareta Parastinê û Wezareta Navxwe yên Sûriyeyê re. Amaje jî da ku, danûstandinên di navbera herdu aliyan de li Şamê berdewam in.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera li roja 10ê Adarê peymanek îmze kir, ku tê de çend xal hebûn û ya herî girîng jî yekkirina dezgehên sivîl û leşkerî yên girêdayî Rêveberiya Xweser di nav dezgehên neteweyî de, lê cudahiyên nêrînan di navbera herdu aliyan de rê li ber pêşveçûn û bicihanîna wê peymanê girtiye.
Şandeka Rêveberiya Xweser, ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn pêk hatibû, li roja Sêşemê (7ê Cotmeha 2025ê) serdana Şamê kir û li gel şanda Hikûmeta Sûriyeyê, ku ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî pêk hatibû, civiya.
Di wê civînê de li ser çend mijaran nîqaş hatin kirin, lê tu belgeyeke fermî nehat îmzekirin, ku ji van xalan pêk hatine: bingeha têkilkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlehiya navxweyî, peymana devkî ya ku di wê civînê de hat kirin, û herwesa agirbesta tevgir û tavilê ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Helebê. Divê hemî xelkê Sûriyeyê di welatekî tena de bijîn. Divê destûrê Sûriyeyê bê sererastkirin.
Wan herwesa li ser vegera awareyan, rêyên têkoşîna li dijî terorê û mijarên sereke yên misogerkirina tenahî û aştiya berdewam li Sûriyeyê jî nîqaş kirin.