Mesrûr Barzanî û Petraeus parastina aştî, ewlehî û tenahiya deverê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Birêvebirê berê yê Dezgeha Hewalgiriyê ya Amerîkayê (CIA) kir û pê re tekezî li ser parastina aştî, ewlehî û tenahiya deverê kir.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Birêvebirê berê yê Dezgeha Hewalgiriyê ya Amerîkayê (CIA) David H. Petraeus kir.
Di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê hat nîqaşkirin.
Herwesa li ser guhertin û pêşketinên rewşa Sûriye û Rojhilata Navîn bi giştî, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li hev guhertin. Di vî warî de, girîngiya parastina aştî, ewlehî û tenahiyê li deverê jî hat tekezkirin.

