Hamasê heft rehîneyên Îsraîlî azad kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Xaça Sor a Navneteweyî ragihand ku, Tevgera Hamasê heft rehîneyên Îsraîlî dane destê tîmên wê.

Xaça Sor a Navneteweyî îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê) ragihand ku, wan heft rehîneyên Îsraîlî, ku ji aliyê Hamasê ve saet 8:00 ê vê sibehê hatine azadkirin, wergirtine.

Piştre Tevgera Hamasê navên 20 rehîneyan belav kirin, ku dê di çarçoveya qonaxa yekê ya peymana agirbesta Xezzeyê li gel Îsraîlê de bên azadkirin.

Ew rehîne jî ev in; Abraham Koberştayn, Efîtar David, Yûsif Hayîm Ohana, Sîgîv Kalfon, Efînatan Ur, Elkana Buhbut, Maksîm Hîrkîn, Nemrûd Kohîn, Metan Çingcawer, David Konyu, Îtan Horn, Metan Ingrîst, Îtan Mor, Zeyf Bîrman, Xalî Bîrman, Umrî Mîran, Elon Ohil, Xay Celbux Dilal, Rom Biraslaviskî, Erîl Konyo.

Li gorî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump, di qonaxa yekê ya peymana vê agirbestê de, Îsraîl dê 250 girtiyên ewlehiyê yên Filistînî û 1700 Filistîniyên din azad bike, li beranberî azadkirina rehîneyên Îsraîlî ji aliyê Hamasê ve.

 
Fly Erbil Advertisment