Zivistana Sûriyeyê: Serma li ber derî ye, sotemenî jî biha ye

Şam (K24) – Li gel nêzîkbûna werza zivistanê, welatiyên Sûriyeyê ji niha ve ketine nav metirsiya bihabûna sotemenî û amûrên germkirinê. Krîza aborî û kêmbûna dahatê, jiyana welatiyan her ku diçe zehmetir dike û ew nikarin ne sobeyan bikirin ne jî sotemeniyê peyda bikin.
Li seranserî Sûriyeyê, malbatan dest bi amadekariyên zivistanê kirine, lê îsal rewş ji salên borî gelek dijwartir e. Bihabûna sotemeniyê, ji mazotê bigire heta gazê, gihîştiye astekê ku piraniya malbatan nikarin debara wê bikin.
Sedema sereke ya vê krîzê, kêmbûna sotemeniya ku ji aliyê hikûmetê ve tê dabînkirin û herwiha bazirganiya reş e ku bihayê wê çend qatan zêdetir dike. Ev yek bi taybetî li ser milên fermanberan, ku dahata wan kêm e, dibe barekî giran.
Welatiyên li Şamê gazincên xwe tînin ziman û ji rewşa heyî bêzar in. Mehemed Yûsif dibêje: "Eger sotemenî bi vî awayî bimîne, ez sobeyê pê naxim. Rojane pêdiviya min bi deh lîteran heye, ew jî dike 120 hezar (Lîreyên Sûrî). Eger zivistan bê û rewş sar be, bi taybetî ji bo malbatên ku zarokên wan hene... em daxwaz ji hikûmetê dikin ku bihayê mazotê daxîne da ku hinekî rihet bibin."
Welatî Saêr Îdrîs jî rewşa dijwar a aborî destnîşan dike: "Amûrên germkirinê ji bo welatiyan gelekî giran in, bi taybetî fermanber. Rewş gelekî aloz e û dahata wan têra tiştekî nake. Em daxwaz ji hikûmetê dikin ku bihayê wê daxîne."
Li gel vê qeyranê, welatî bang li hikûmetê û rêxistinên mirovî dikin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavên lezgîn bavêjin û alîkariyê pêşkêşî malbatên hejar bikin. Herwiha daxwaz dikin ku çavdêriyeke tund li ser bazirganan bê kirin da ku rê li ber bihabûna zêde bê girtin û gel bikaribe zivistaneke germ derbas bike.