Mesrûr Barzanî Kevirê Bingehê yê "Parka Zanistê" datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê bingehê yê Parka Zanistê (Science Park) li Hewlêrê danî. Ev projeya stratejîk, ku beşek e ji Enstîtuya Dahênan û Nûjeniyê ya Kurdistanê (KII), armanc dike ku piştgiriyê bide daxwazên ciwanên dahêner û aboriyeke nûjen a li ser bingeha teknolojiyê ava bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro îro 15ê Cotmehê kevirê bingehê yê projeya mezin a Parka Zanistê, ku ser bi Enstîtuya Dahênan û Nûjeniyê ya Kurdistanê (KII) ve ye, li Hewlêrê danî.

Armanc: Piştgirîkirina Xewnên Ciwanan

Enstîtuya Dahênan û Nûjeniyê ya Kurdistanê (KII) ji bîr û baweriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye damezrandin da ku derfetê bide welatiyan, bi taybetî ciwanên Kurdistanê, ku li pey xewnên xwe biçin, kar û karsaziyên xwe yên taybet damezrînin û ji bo pêşerojeke baştir bixebitin.

Di vê navendê de, lêkolîn, nûjenî û karsazî digihîjin hev û geş dibin. Piştgirî dê ji bo wan bîr û kompanyayên ku armanca wan dahênan e an jî dixwazin teknolojiyeke nû bi kar bînin, bê dayîn da ku aboriyeke geşepêdayî û berdewam li Kurdistanê bê avakirin.

Sektorên Sereke yên Projeyê

Armanca sereke ya enstîtuyê ew e ku piştgiriyê bide projeyên ku xizmetkirina mirovahiyê di bingeha wan de ye. Sektorên ku dê di dehsalên pêş de girîngî bi wan bê dayîn ev in:

- Enerjiya Nûjenbar (Renewable Energy)

- Tenduristî

- Veguhastin

- Mode (Fashion)

- Teknolojiya Zanyarî û Teknolojiyên Xweser (Automation)

Taybetmendiyên Projeya Parka Zanistê

Parka Zanistê li ser rûberê nêzîkî 200 hezar metrekare çargoşe tê avakirin û dikeve ser Rêya 150 Metrî ya Hewlêrê. Mesrefa giştî ya veberhênanê 1.1 milyar dolar e û tê payîn ku zêdetirî 10 hezar derfetên kar ên rasterast û nerasterast biafirîne.

Nexşeya Projeyê: Sê avahiyên mezin ên bi şêweyê çiyayan, ligel gir, rûbar û qadên berfireh ên keskatiyê ku dîmeneke balkêş didin parkê.

Beşên Sereke yên Parkê: Proje dê gelek beşên cuda li xwe bigire, weke taqîgehên zanistî, ofîs, holên pêşangehan, holên mezin ên ji bo semînar û konferansan, xwaringeh, holên werzişê, hewzên avjeniyê, dikan, navendên perwerdeya pîşeyî, apartman û parkên otomobîlan.

Modela "Hevpeymaniya Sêalî" (Triple-Helix)

Parka Zanistê dê bibe ekosîstemeke tekûz ji bo pêşxistina pîşesazî û teknolojiyê. Ev proje dê modela "Hevpeymaniya Sêalî" (Triple-Helix) bi kar bîne, ku tê wateya hevkariya di navbera sê aliyên sereke de: cîhana karsaziyê, saziyên xwendina bilind (zanîngeh) û rêveberiya giştî (hikûmet). Ev model li seranserê cîhanê weke modelek serkeftî ji bo geşepêdana aborî û dahênanê tê dîtin.

Parka Zanistê dê bi awayên jêrîn piştgiriyê bide karsazî û veguhestina teknolojiyê:

1.    Handan û piştgirîdayîna destpêkirin û geşepêdana wan karsaziyên ku li ser bingeha dahênanê hatine damezrandin.

2.    Dabînkirina jîngeheke ku tê de karsaziyên mezin û navneteweyî dikarin bi navendên hilberîna zanînê re têkiliyên nêzîk deynin.

3.    Avakirina peywendiyên fermî û karîger ligel navendên hilberîna zanînê yên weke zanîngeh, enstîtu û rêxistinan.

 
 
Fly Erbil Advertisment