Mezlûm Ebdî: HSD Artêşa Sûriyeyê xurt dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebbî got: "Me bi Şamê re li hev kir ku, hêzên xwe di nav herdu wezaretên Parastin û Navxwe de bikin yek."
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebbî di çavpêkeftinekê de ji Ajansa Associated Pressê re got: “Me bi Şamê re li ser mekanîzma yekkirina hêzên xwe di çarçoveya herdu wezaretên Parastin û Navxwe de li hev kir.” Amaje bi wê yekê jî kir ku, niha danûstandin berdewam in."
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herwesa got: “Girîng e ku hêzeka xurt li derveyî rojeva siyasî bê çêkirin, ku armanca wê ya sereke parastina axa Sûriyeyê be.”
Mazlum Ebdî amaje jî da: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêzeka mezin e, têkilbûna wê bi artêşa Sûriyeyê re dê bandoreka mezin li ser xurtkirina artêşê bike û dê piraniya pirsgirêkan jî çareser bike.”
Navbirî eşkere jî kir: “Dema ku em behsa HSDê dikin, em behsa hêzeka mezin dikin ku ji zêdetirî 10 hezar şervanan pêk tê. Ev hejmara mezin nabe komên piçûk piçûk, lê dê girêdayî dezgehekê be, dê li ser bingeha rêxistina leşkerî ya mezin di bin siya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de dest bi erkên xwe bike.”
Fermandarê HSDê herwesa ragihand: “Tiştê ku li peravê û Siweydayê çend caran qewimî baweriya me kêm kir ji ber ku pirsgirêk çê kirin. Wan pirsgirêkan wesa kir ku, bicihanîna peymana 10ê Adarê gîro bibe.” Herwesa got: "Ev peyman dê rêyê li ber desttêwerdana Tirkiyeyê li Sûriyeyê bigire."
Mezlûm Ebdî di çarçoveya hevpeyvîna xwe ya li gel Ajansa France Pressê de ragihand: “Niha danûstandin bi rayedarên Şamê re didomin.” Herwesa got: "Ez li wê bawerê me ku danûstandin pêşve diçin."
Di vê çarçoveyê de, şandeyeka leşkerî ya HSDê gihîşt Şamê da ku mekanîzma yekgirtina HSDê bi artêşa Sûriyeyê re nîqaş bike. Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, ev civîn li beranberî komîteyên ku di peymana 10ê Adara borî de hatine çêkirin pir baş e.”
Ajansên nûçeyan amaje da, “Ew şande ji endamên HSDê û Sîpan Hemo, Sozdar Hecî, Ebcer Dawid û Şakir Dêrezor pêk hatiye.” Eşkere jî kir ku, biryar e gerên din ên civînan di rojên pêş de bên lidarxistin.
Di dema borî de li deverên Helebê yên ku HSDê kontirol kirine, alozî û pevçûn di navbera HSDê û artêşa Sûriyeyê de çê bûn.
Peymana 10ê Adarê li roja 10ê Adara 2025ê di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de hat îmzekirin. Li gorî peymanê, divê heta dawiya îsal hêzên HSDê bibin parek ji dezgeha berevaniyê ya dewleta Sûriyeyê.