Fuad Hisên: Em bo bicihanîna tenahiyê piştgiriyê didin Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên amaje da ku, têkiliyên di navbera Iraq û Sûriyeyê de normal in û serdan û civînên fermî yên di navbera herdu aliyan de berdewam in. Tekez jî kir ku, Iraq bizavê dike ku bi awayekî piştgiriyê bide Şamê û alîkariyê wê bike ku xizmeta tenahiya wê bike.
Fuad Hisên di çarçoveya diyalogeka vekirî de li Foruma Diyaloga Deryaya Navîn de, ku duhî (Pêncşem, 16ê Cotmeha 2025ê) li Napoliyê yê Îtalyayê hat lidarxistin, ron kir: “Nebûna tenahiyê li Sûriyeyê dê bandoreka neyînî li ser Iraqê bike.” Tekez jî kir ku, welatê wî naxwaze ezmûna rêxistina terorîstî ya DAIŞê dubare bibe, ku bandoreka mezin li ser ewlehiya deverê hebû.
Navbirî amaje jî da: “Bêyî desttêwerdana di karûbarên wan ên navxweyî de, Iraq şîretê dide birayên xwe yên li Sûriyeyê ku li ser tevlîkirina hemî pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî ya berfireh de û li ser avakirina hevfêmkirina hevpar bixebitin.”
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê di Adara borî de, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şîbanî di serdana xwe ya yekê ya fermî de wekî rayedarê yekê yê Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esed gihîşt Bexdayê û ji hêla Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ve hat pêşwazîkirin.
Fuad Hisên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan pêştir di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de tekez kir ku, têkiliyên di navbera Iraq û Sûriyeyê de baş in û hevdîtinên di navbera rayedarên herdu welatan de berdewam in, da ku bigihîjin hevahengiyê di şerê li dijî DAIŞê de.