Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, PDK li Hewlêrê bangeşeya hilbijartinê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 16ê Cotmehê kernevaleke cemawerî ji bo bangeşeya hilbijartinê ya lîsteya 275an a Partiyê li Hewlêrê birêve diçe.
Di 12ê vê mehê de, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û herdu Cîgirên Serokê Partiyê, bangeşeya fermî ya PDKê ji bo hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê li hola Seid Ebdullah li Hewlêrê dest pê kiribû. Di wê kernevalê de, ji bilî berbijêran, endamên Serkirdatî û Mekteba Siyasî ya Partiyê jî amade bûn.
Di kernevala îro de, ku bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiyê Mesrûr Barzanî birêve diçe, her 30 berbijêrên PDKê ji bo xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê amade ne. Zêdetirî 7 hezar kadir, endam û alîgirên PDKê jî ji bo piştgiriya lîsteya 275an beşdarî ahengê bûne.
Hejmara dengdêran li parêzgehan
Li gorî amarên fermî, hejmara kesên ku mafê dengdanê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hene, li ser parêzgehan wiha ye:
Hewlêr:Koma giştî: 1,087,880 kes
Dengderên giştî: 1,002,000 kes
Dengderên taybet: 85,793 kes
Silêmanî:
Koma giştî: 1,201,846 kes
Dengderên giştî: 1,119,111 kes
Dengderên taybet: 82,547 kes
Dihok:
Koma giştî: 778,846 kes
Dengderên giştî: 722,853 kes
Dengderên taybet: 55,993 kes