Îsraîlê êrîşî başûrê Libnanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Di encama êrîşeka Îsraîlê bo ser başûrê Libnanê de, herî kêm kesek hat kuştin û heft kesên din jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku, wan li devera zeviya Sînayê ya başûrê Libnanê çend cih bombebaran kirine. Li gorî ragihandina artêşa Îsraîlê, ew cihên ku wan bombebaran kirine alîkariya çekdarên Hizbulahê kiriye ku careka din avahî û cihên xwe yên manê li başûrê Libnanê ava bikin.
Artêşa Îsraîlê di ragihandina xwe de herwesa got ku, wan Dezgeha Exder Bila Hidûdê kiriye armanc, ku ji sala 2023ê ve ji aliyê Amerîkayê ve ji ber piştgiriya çalakiyên Hizbulahê li deverên sînorî yên di navbera Îsraîl û Libnanê de hatiye cezakirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî ragihand ku, di encama wê bombebarana Îsraîlê de, kesek hatiye kuştin û heft kesên din jî birîndar bûne.
Serokê Libnanê Cosêf On jî ji aliyê xwe ve êrîşên Îsraîlê şermezar kirin û got: “Ev êrîşên yek li dû yekê yên Îsraîlê di çarçoveya siyaseteka sîstematîk a Îsraîlê de ne, ku armanca wê herifandina jêrxaneya aborî û rêgirtina li dubare vejîna aborî ya Libnanê û armanckirina tenahiya Libnanê bi hincetên bêbingeh û dûrî rastiyê ye.”
Li gorî Ajansa France Pressê, ew bombebaran ewqas bihêz bû ku dengê wê li deverên dûrî wî cihî jî hatiye bihîstin.