Berê Kurdistana Sûriyê: "Ofîsên Aborî" li Efrînê nîvê dahata zeytûnan ji xelkê distînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berê Kurdistana Sûriyê bi daxuyaniyekê kiryarên "ofîsên aborî" yên girêdayî komên çekdar li herêma Efrînê bi tundî şermezar kir û got, ev ofîs bi awayekî neyasayî dest datînin ser dahata zeytûnên xelkê û daxwaza betalkirina wan a demildest hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê Berê Kurdistana Sûriyê, hejmarek berpirsên komên çekdar di bin navê "ofîsên aborî" de zextê li welatiyên Efrînê dikin û zorê li xwediyên wekaletan dikin ku nîvê dahata demsala zeytûnan radestî wan bikin.
Herwiha, bi hincetên wek "nebûna kaxezên fermî", "kevinbûna wekaletnameyan" an jî bi behaneya ku "hinek kes piştî ketina rejîmê vegeriyane" rê nadin welatiyan ku berhemên xwe biçinin.
Kiryarên li dijî yasayê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev ofîs belgeyên fermî û wekaletnameyên berê yên ku ji aliyê dadgehên Sûriyeyê ve hatine derxistin, red dikin û mercên zehmet datînin pêşiya xelkê. Ev yek di demekê de ye ku beşeke mezin ji arşîva Tomargeha Xanûberan a Efrînê winda bûye.
Berê Kurdistana Sûriyê tekez kir jî, ev kiryar li dijî yasayên Sûriyeyê ne. Li gorî Xala 916 a Yasaya hejmar 84 a sala 1949'an, "kesê ku erd di destê wî de be, wek xwediyê wê tê hejmartin heta ku dadgeh biryareke berevajî nede." Herwiha li gorî Xala 834 a Yasaya Sivîl a Sûriyeyê, yek ji mîrasgiran dikare karûbarên birêvebirina erd û malan bike bêyî ku pêwîstî bi razîbûna hemûyan hebe.
"Hikûmeta Demkî hevparê van binpêkirinan e"
Rêxistinê, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji van binpêkirinan berpirsyar dît û wê bi "hevkariyê" tawanbar kir, ji ber ku li hember van kiryaran bêdeng e û aliyên berpirs ceza nake.
Di dawiya daxuyaniyê de, Berê Kurdistana Sûriyeyê van xalan daxwaz kir:
1- Hemû "Ofîsên Aborî" yên li Efrînê demildest bên hilweşandin.
2- Biryarên "Ofîsên Aborî" ên neyasayî bên hilweşandin.
3- Desthilata dadgehan vegere û serweriya yasayê were pêkanîn.
4- Kesên ku dest datînin ser milk û dahata xelkê bên cezakirin.
5- Arşîva windabûyî ya Tomargeha Xanûberan ji bo parastina mafên welatiyan ji nû ve were avakirin.