Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê, tawan û sûcên ku di salên borî de hatine kirin, yek bi yek derdikevin holê. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, heta niha li seranserê welat 41 goristanên bikomî hatine eşkerekirin, ku tê de termên bi hezaran qurbaniyên li ser destê hêzên rejîmê hatine dîtin.

Li gorî daxuyaniya SOHRê, di van 41 goristanan de termên 2,795 kesan hatine dîtin. Dabeşbûna van goristan û terman li ser parêzgehan wiha ye:

- Hims: 12 goristan, 1,277 term

- Şam: 3 goristan, 1,025 term

- Gundewarê Şamê: 6 goristan, 180 term

- Der'a: 5 goristan, 141 term

- Dêrezor: 6 goristan, 114 term

- Hema: 6 goristan, 44 term

- Idlib: 2 goristan, 10 term

- Heleb: 1 goristan, 4 term

Rapora Reutersê: Esed fermana veşartina tawanan da

Li aliyekî din, ajansa nûçeyan a Reutersê raporek hîn metirsîdartir belav kir û ragihand, goristana herî mezin a bikomî li herêma Qiteyfê ya li Gundewarê Şamê hatiye dîtin, ku tê texmînkirin di navbera 60 hezar û 80 hezar term tê de hebin.

Reutersê herwiha eşkere kir, prosesa veguhestina bi dehên hezaran terman bo biyabana Dumêrê di navbera salên 2019 û 2021an de berdewam kiriye. Li gorî heman çavkaniyê, Beşar Esed bi xwe xwediyê biryara dawî bûye ji bo rakirina van goristanan û veşartina belgeyên van tawanên hovane.

 
Fly Erbil Advertisment