Şeybanî: Em HSDê wek beşek bingehîn ji Sûriyeyê dibînin û federalîzmê red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî ragihand, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera rijd e ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bibe beşekî bingehîn ji pêşeroja Sûriyeyê. Şeybanî herwiha tekez kir, ew her cure dabeşkirin an federalîzmê red dikin û ev yek ne cihê nîqaşê ye.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî, roja 18ê Cotmehê, di hevpeyvîneke ligel kanala "El-Îxbariyeyê" de, derbarê rola HSDê û rewşa Siweydayê de daxuyaniyên girîng dan.

"Divê HSD bibe beşek ji dewletê"

Şeybanî destnîşan kir, nebûna HSDê di nav saziyên dewletê de dubendiyê di navbera wan û dewleta Sûriyeyê de kûrtir dike. Herwiha got: "Derfeteke dîrokî li pêşiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku di qonaxa niha de bibe beşeke çalak."

Wezîrê Derve eşkere kir, hikûmeta Sûriyeyê kariye welatên pêwendîdar qayil bike ku çareseriya yekane "Peymana 10ê Adarê" ye û got, "Hevkariya di navbera dewletê û HSDê de pêwîstiyek e û divê di zûtirîn dem de pêk bê."

Di 10ê Adara borî de, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî peymanek îmze kiribûn. Li gorî peymanê, divê hemû saziyên sivîl û leşkerî yên HSDê, tevî deriyên sînorî û bîrên neft û gazê, di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de bên yekxistin. 

Herwiha di 7ê Cotmehê de, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê û Fermandarê HSDê li Şamê civiyabûn û li ser agirbesteke berfireh li hev kiribûn.

"Dosyeya Siweydayê birîneke Sûrî ye"

Derbarê rewşa parêzgeha Siweydayê de, Şeybanî got, "Dosyeya Siweydasê birîneke Sûrî ye" û bi tundî her cure dabeşkirin an federalîzmê red kir û got, "Ev mijar ne cihê nîqaşê û danûstandinê ye."

Şeybanî diyar kir, hikûmetê rewşa li Siweydasê nehilbijartiye û wiha domand: "Hevkarên me nexşerêya ku hikûmetê pêşkêş kiribû pejirandin û komîteyeke lêkolîna rastiyan heye. Me di vê dosyeyê de pêşketin çêkiriye û hesta niştimanî vegerandiye."

Wezîrê Sûrî herwiha bang li rîspî û kesayetên navdar ên Siweydayê kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bixebitin û îdia kir ku "navdewletîkirina vê dosyeyê ji bo xizmetkirina ajandayên derve bû."

Di dawiya axaftina xwe de, Şeybanî Îsraîl tometbar kir û got, "Îsraîlê xwest bi sûdwergirtina ji guhertina li Sûriyeyê, rastiyeke nû û projeyeke berfirehbûnê ferz bike. Kiryarên aliyê Îsraîlê rewşa bêramiyê li Sûriyeyê zêdetir dike."

 
Fly Erbil Advertisment