31 sazî û rêxistinên sivîl bang dikin: Komên çekdar zeytûnên Efrînê talan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetirî 30 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku komên çekdar ên li Efrînê bi awayekî sîstematîk dest datînin ser berhema zeytûnan a xelkê sivîl û nahêlin cotkar debara xwe bikin. Rêxistinan bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku lêpirsîneke lezgîn li ser van binpêkirinan bide destpêkirin.

Di daxuyaniya hevpar de ku roja 18ê Cotmeha 2025an hat belavkirin, 31 rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên civakî dilgiraniya xwe yên kûr derbarê zêdebûna binpêkirinan li dijî xelkê resen ê Efrînê anîn ziman. Li gorî daxuyaniyê, ev binpêkirin bi taybetî di dema çinîna zeytûnan de, ku çavkaniya sereke ya jiyana welatiyan e, zêde dibin.

Talankirin li navçeyên Rajo û Bilbilê

Daxuyaniyê bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya xirap a li navçeyên Rajo û Bilbilê û hat gotin ku ji ber lawaziya dezgehên ewlehiyê, hin komên çekdar dest bi talankirin û desteserkirina milkên sivîlan kirine.

Wek mînak, hat destnîşankirin ku milîsên "Feyleq el-Şam" bi serokatiya Selîl Xalidî (Ebû Zeyd) welatiyek ji erdê wî derxistiye û bi zorê dest daniye ser berhema wî. Herwiha, serkirdeyekî bi navê Rebîe ji "Firqeya Hemze" rê li ber niştecihên gundê Upila yê navçeya Bilbilê girtiye ku zeytûnên xwe berhev bikin û tenê rê daye kesên nêzîkî xwe ku ji berhemê sûd werbigirin. Ev yek bûye sedema nerazîbûneke mezin di nav xelkê de.

Rêxistinan ev kiryar wek "talankirin, dizî û zordariya sîstematîk a li dijî sivîlên Kurd" binav kirin û tekez kirin ku ev yek "binpêkirineke eşkere ya hemû peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye."

Bang li saziyên navneteweyî tê kirin

Di daxuyaniyê de, rêxistinan bang li sazî û aliyên pêwendîdar kirin ku demildest werin ser xetê:

1.    Ji bo Saziyên Navneteweyî: Bang li Neteweyên Yekgirtî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor hat kirin ku lêpirsîneke lezgîn li ser van binpêkirinan vekin.

2.    Ji bo Hikûmeta Demkî: Daxwaz ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û aliyên ku herêmê kontrol dikin hat kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, van êrîşan rawestînin û garantî bidin cotkaran ku karibin berhemên xwe bi azadî berhev bikin.

3.    Ji bo Medya û Rêxistinên Yasayî: Bang hat kirin ku ev binpêkirin bên belgekirin û ji raya giştî ya cîhanê re bên ragihandin da ku berpirsiyar ji cezayê xilas nebin.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Mafê mirovan ê li ser erd û debara xwe, mafek pîroz e ku nayê binpêkirin. Her binpêkirinek wê êrîşek li ser rûmeta mirovan bi tevahî ye."

 
 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment