Bo cara yekê neştergeriyeka mejî li Zaxoyê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo cara yekê li bajarê Zaxoyê neştergeriyek ji bo nexweşan tê kirin, ku prosîcerek e û dê li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Zaxoyê ji aliyê bijîşkekê Kurd ê diyasporayê ve bê kirin.

Bijîşkê Kurd ê xelkê Zaxoyê Bijar Necar, ku li welatê Swêdê dijî, niha li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Zaxoyê ye û dê ji bo cara yekê li bajarê Zaxoyê neştergeriyekê bikit.

Dr. Bijar Necar di vî warî de ji peyamnêrê Kurdistan24ê got: “Mirov dikare nexweşiya Parkinsonê di salên destpêkê de bi rêya heban çare bike. Piştî çend salan êdî bandora wê diyar dibe û hingê divê mirov bi rêya prosîceran wê çare bikit.”

Eşkere jî kir: “Sê rengên prosîceran hene; yek ji wan pompa apomorphine ye, ku di bin çermê mirovan de tê danîn û alîkariya nexweşan dike ku bilivin û wan ji lerzîna leşî diparêze. Yek ji wan jî bi rêya vekirina zikê wan û danana sondeyekî di nav rûviyên wan de û wergirtina dermanekî ye. Ya sêyê jî bi rêya vekirina serê wan e.”

Herwesa ragihand: “Em niha li Zaxoyê ya yekê dikin, ku dibêjin wê apomorphine. Em dê wî dermanî bikin di nav leşê nexweşan de û dê rojê 16 saetan dermanekî bidin wan.”

Amaje jî da: “Ihtîmala serkeftina vê prosîcerê jî 100% ye û nexweş dê bikarin bi awayekê normal bilivin. Me berî niha li Nexweşxaneya Rizgariyê ya Hewlêrê jî ev kiribû û nexweş piştî saetekê bi awayekî normal livîbûn.”

Herwesa got: “Hatina min ji bo Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê ye ku, bijîşkên me jî fêrî vê kiryarê bibin û êdî ew jî van karan bikin.”

 
Fly Erbil Advertisment