Nêçîrvan Barzanî: Badînan her dem neyarên PDKê bêhêvî hiştine

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê PDK'ê di ahenga bangeşeya hilbijartinê ya li Dihokê de tekez kir, hilbijartinên parlamentoya Iraqê ji bo paşeroja gelê Kurdistanê girîng in û bang kir ku PDKê ber bi yek milyon dengî ve biçe.
Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, îro 23'ê Cotmehê ahenga bangeşeya hilbijartinê ya Lîsteya 275'an a PDKê li Dihokê birêve çû.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez kêfxweş im ku îro careke din em li Badînanê gihiştin hev. Badînan bi giştî her dem li pişt PDKê sekinî ye û her tim neyarên PDKê bêhêvî hiştine."
Herwiha got: "DIhoka rengîn hêza PDKê ye. Badînan û Dihok xweşdiviyên me hemûyan in û herwiha xweşdiviyên Serok Barzanî ne."
Cîgirê Serokê PDK'ê bal kişand ser avadaniya li deverê û got: "Li gundên vê deverê avadaniyeke baş dest pê kiriye. Dengê fîşekan nemaye, nexweşî nemaye. Em hêvîdar in ku xweşî her hebe li vê deverê û li vî welatî."
Derbarê girîngiya hilbijartinan de, Barzanî tekez kir: "Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji bo PDKê, ji bo Kurdistanê û ji bo paşeroja gelê me girîng in. Min xwast ji we re bêjim PDK ber bi yek milyon dengî ve', lê beriya ku ez daxwaz bikim, we durişmên xwe bilind kiribûn."
Cîgirê Serokê PDK'ê da zanîn ku "nûnerên PDKê, nûnerên hemû xelkê ne û hûn dizanin karê rojane yê PDKê çawa ye."
Cîgirê Serokê PDKê ji cemawerê PDKê re got: “Bandora we mezin û girîng e. Hûn dînamoya PDKê ne. Her wekî her car, hûn mifteya serkeftina PDKê ne. Dema ku em behsa serkeftina li Behdînanê dikin, em behsa serkeftina PDK û Kurdistanê dikin. Ger PDK bihêz be, Kurdistan bihêz e. Divê ev yek bimîne.”
Nêçîrvan Barzanî amae jî da: “PDKê bi hebûn, dilsozî û xebata we dest bi karwanekê xebatê kir û piştrast e jî ku, ew dê bi piştgiriya Xudê û paşî bi piştgiriya we berdewam be. We îspat kir ku madem hûn xwediyên PDKê ne, PDK dê bi ser bikeve.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa ragihand: “Soza me ew e ku em di 11ê mehê de bi hev re biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsteya 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), da ku xizmeta we bike. Çima divê PDK li Bexdayê bihêz be? Dema ku rejîma Beisê di sala 2003ê de hilweşiya, PDKê di vî warî de roleka bi bandor lîst. Di sala 2005ê de, dema ku destûra Iraqê ya daîmî hat nivîsandin, hin mafên me di destûra Iraqê de hatin binecihkirin. Ev jî destkeftiyekê mezin bû, ku bi israra Serok Barzanî hin ji mafên gelê Kurdistanê bi hemî pêkhate ve di destûrê Iraqê de hatin binecihkirin.”
Cîgirê Serokê PDKê herwesa got: "Niha li Iraqê qonaxeka nû hatiye destpêkirin. Ev qonax ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e, ku em dikarin jê re bibêjin qonaxa bicihanîna destûra Iraqê ya daîmî, ji ber ku bicihanîna destûra Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ew pirsgirêkên ku îro di navbera Kurdistan û Iraqê de hene ji encama paşguhkirina destûrê ne.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa got: "PDK ew hêz e ya ku dê van destkeftiyan biparêze. PDK çawa dikare li Bexdayê bihêz be? Ger em bixwazin Kurdistaneka bihêz hebe, soza me û we ew e ku em di 11ê Mijdarê de pir bi hêz biçin ser sindoqan."
Navbirî amaje jî da: “PDK di sala 1946ê de wekî heyvekê ji bo Kurdistan û Kurdîtiyê hat damezrandin, wê demê Kurd û Kurdistan di rewşeka pir xirab de bûn, lê dema ku PDK hat damezrandin hêvî ji bo Kurdistanê vegerand. Ji encama xebata PDKê, li sala 1968ê navê Kurdan keft di nav destûra Iraqê de.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa got: "PDKê berê bingeha demokrasiyê li Kurdistanê danaye. Di sala 2014ê de, di dema şerê li dijî DAIŞê de, welatiyên Kurdistanê deriyên mal, dibistan û mizgeftên xwe ji bo lêqewimiyan vekirin û ev ji bo wê deverê serbilindî ye."
Amaje jî da: “PDK li vê herêmê ewlehî û tenahî ava kiriye. Eger hûn dixwazin PDKê nas bikin, li avedanî û aramiya Kurdistanê binêrin.” Amaje jî da: “PDK ji bo herêma me çavkaniya projeyan û xizmetan e. Karwanê avedaniyê di dema borî de hatiye destpêkirin, heta niha jî berdewam e û ranaweste.”
Cîgirê Serokê PDKê herwesa got: “Rênimayên Serok Barzanî herdem ji me re ew in ku, em ax û welatê xwe biparêzin û ax û welatê xwe berdewam avedan bikin. PDK di rojên tarî de ronahî da xelkî. Em bizavê dikin ku, kêmasiyan çareser bikin û têkiliyên xwe bi Bexdayê re baştir bikin. Nabe ku mûçe wekî minetekê li ser welatiyên Herêma Kurdistanê bimîne. Divê wekî fermanberên Iraqê, mûçexurên Herêma Kurdistanê jî mifadar bin.”
Amaje jî da: “Divê alîgir û endamên PDKê bi aramî û li gorî nav û helwesta PDKê bangeşeyê bikin. Herwesa armanca PDKê partiya herî mezin a Kurdistanê ye. PDK bi qasî nav û dîroka xwe xurt e. Ji bo parastina maf û destkeftiyên gelê Kurd li Bexdayê, divê deng bi PDKê bê dan. Ji bo ku qewareya Herêma Kurdistanê xurt be û bimîne, divê PDK xurt be. PDK ne partiyeka hesabên piçûk e, lê partiya armancên mezin e. Her gava ku xelkekî dilê xwe bi PDKê xweş kiribe, Behdînanê bersiva wî xelkî daye.”