Zêbarî: Rêjeya bicihanîna pêşniyarên navneteweyî di kabîneya nehê de gihîştiye zêdetirî 60%

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Pêncşem, 23ê Cotmeha 2025ê) di konferansa encamên bicihanîna plana mafên mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê de ragihand: “Bicihanîna pêşniyarên navneteweyî di kabîneya nehê de bi rengekê berçav bilind bûye û gihîştiye 62.3%.”
Ew konferans bi amadebûna nûnerên payebilind ên desthilata dadwerî, parlamento, hikûmet, dîplomat, rêxistinên navneteweyî, UNAMI û ajansên Neteweyên Yekgirtî hat lidarxistin.
Dîndar Zêbarî ron kir: “Ev bicihanîn pareka sereke ya plana mafên mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê (2021-2025) ye, ku li roja 15ê Îlona 2021ê hatiye pejirandin û bingeha stratejîk a desthilatdariya baş e.”
Li gorî raporta nirxandina danberheviyê, rêjeya bicihanîna pêşniyaran berdewam zêde bûye, li sala 2022ê 42.8% bûye, li sala 2023ê gihîştiye 51.9% û di dema 2024-2025ê de jî bilind bûye û gihîştiye 62.3%.
Rêjeya bicihanînê li gorî desthilatan:
Desthilata bicihanînê: 87.5%
Desthilata dadweriyê: 78.9%
Desthilata danana qanûnan: 40.5%
Dîndar Zebarî herwesa got: “Di warê kiryarkî de, ji encama hevahengiya bi aliyên navneteweyî re, nêzîkî 62 komxebat û korsên perwerdeyê hatine lidarxistin û 109 raport hatine pêşkêşkirin. Herwesa di gelek mijaran de pêşketineka berçav hatiye bidestxistin, wekî şerê li dijî terorê 84% û jiholêrakirina bazirganiya bi mirovan 83.3%.”
Navbirî di derheqa pêngav û astengiyan de jî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pêngavên girîng avêtine, ku li gorî standardên navneteweyî ne, wekî peydakirina nêzîkî 200 hezar derfetên karî û vekirina 20 navendan ji bo jiholêrakirina nexwendewariyê.”
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî herwesa ragihand: “Li ser korsa tevgir (UPR) a destpêka 2025ê, ji 264 pêşniyaran 183 hatine pejirandin û welatan pesnê Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina cezayê sêdaredanê û parastina mafên pêkhateyan da.”
Dîndar Zebarî amaje jî da wan astengiyan jî ku ev in: bisernekeftin û sererastnekirina hin ji qanûnên parlementoyê, girêdana hin pêşniyaran bi plana neteweyî ya hikûmeta federal re û qebxwaziyên darayî yên berdewam.