Almanya bo K24ê: Em bi Kurdistanê re Koçberan şîret dikin

elena Singer
elena Singer

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Wezareta Navxwe ya Almanyayê Elena Singer taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: “Almanya bi hevpariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kesên ku dixwazin koçber bibin şîret dike, herwesa bizavê dikin ku bi rêya perwerdeyê pêdivîtiyên sûka karê navxweyî dabîn bikin.”

Berdevka Wezareta Navxwe ya Almanyayê Elena Singer ji malpera Kurdistan24ê re got: “Hikûmeta federal a Almanyayê plan dike ku, mijara koçberiyê bi awayekê mukom rêk bixe, ev jî bi du rêyên cuda: vekirina deriyê qanûnî ji bo karkerên şareza, ji aliyekî din ve jî girîngîdana bi kêmkirina koçberiya neqanûnî.”

Elena Singer li ser koçberiya qanûnî ji bo şarezayan, ku niha li Almanyayê bi qanûnê hatiye rêkxistin, got: “Koçberiya qanûnî ji bo Almanyayê niha ji bo her kesekî heye, bê ku neteweya koçberan li ber çav bê wergirtin û bê hebûna peymaneka dualî ya fermî bi welatê resen ê wan koçberan re, lê şertê sereke ji bo vê yekê bicihanîna temam a şertên qanûna koçberiya karkerên şareza ye.”

Berdevka navbirî amaje jî da: “Ev rengê koçberiya qanûnî dikare ji bo destpêkirina perwerdehiya pîşeyî, xwendina zanîngehê, an jî karkirinê be. Pêdivîtiyên koçberiya qanûnî li gorî armanca mayînê (perwerde, xwendin, an kar) û li gorî sektora karkirinê cuda ne. Divê hemî koçberên qanûnî rêkarên têkildar bişopînin û vîzeyê bistînin. Ji bo vê yekê zêdetir zanyar li ser vê malpera taybet bi dest bixin; https://www.make-it-in-germany.com/en/.”

Elena Singer li ser vekolîna dozên penaberan jî amaje da: “Nivîsîngeha Federalî ya Koçberî û Penaberan berpirsiyara vekolîna daxwazên mafê penaberiyê ye. Ev nivîsîngeh li ser daxwaza mafê penaberiyê li ser bingeha dozên kitekesan û bi guhdarîkirina hemî zanyarên girêdayî kitekesan û welatên wan ên resen biryarê dide, lê tenê sedemên aborî an baştirkirina rewşa jiyana kitekesan ji bo wergirtina mafê parastinê bes nînin. Kesên ku dixwazin bên Almanyayê da ku dest bi karkirinê bikin, divê ji pêvajoya ku ji qanûna koçberiya karkerên şareza de hatiye diyarkirin derbaz bibin.”

Berdevka Wezareta Navxwe ya Almanyayê li ser rêkarên Almanyayê ji bo kêmkirina rêjeya koçberiya neqanûnî jî got: "Di salên borî de, Almanyayê ji bo kêmkirina koçberiya neqanûnî gelek rêkarên qanûnî û kiryarkî bi cih anîne. Zêdetir kêmkirina koçberiya neqanûnî armanceka sereke ya siyasî ya hikûmeta niha ya Almanyayê ye. Rêkar rv in: xurtkirina kontrola sînoran, bicihanîna reforma sîstema penaberiyê ya Ewropayê, proseya bileztir a penaberî û vegeriyanê, guhertinên qanûnî ji bo rêgirtina li koçberiya neqanûnî, teşwîqkirina vegera dilxwazane û dubare damezrandinê, hevkariya bi welatên resen û transîtê re, dîjîtalîkirin û kêmkirina karkirinê.”

Elena Singer li ser hevahengiyên Hikûmeta Almanya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina rêjeya koçberiya neqanûnî got: “Almanya, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê şîretkirina koçberên Iraqî de li ser derfetên karkirinê yên li derveyî welatî, di nav de li Almanyayê û perwerdekirina welatiyên Iraqî ji bo hewcedariyên sûka karkirin ya navxwetî ji nêz ve alîkariyê hev dikin.”

Berdevka navbirî amaje jî da: “Alîkariya pêşxistina Almanyayê di warê koçberiyê de bi rêya navendên Almanyayî yên kar, koçberî û dubare damezrandinê (GMAC), ku ew proje ji hêla Civaka Almanyayî ya Alîkariyên Navneteweyî (GIZ) ve tê bicihanîn, ku yek GMAC li Hewlêrê û ya din li Bexdayê ye.”

Berdevka Wezareta Navxwe ya Almanyayê tekez jî kir: “Bingeha GMACan ew e ku, şiyan û pêkhateya aliyên têkildar xurt bike da ku bi rengekê serbixwe warên cuda yên koçberiyê birêve bibin û xizmetên piştgiriyê yên guncayî ji bo vegeriyayîyan, ji bo wan kesên ku di rewşeka lawaz de ne û kesên ku dixwazin koçber bibin peyda bikin.”

Elena Singer bal kişand ser peymaneka nû bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û got: “Di 16ê Cotmeha 2025ê de, di navbera GIZ û Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymaneka hevfêmkirinê hat îmzekirin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment