Hikûmeta Herêma Kurdistanê 41 pond û bendav li Akrê çê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Demsala Payîzê ye û pileyên germê bi rengekê berçav daketine, lê heta niha avedaniya rez û baxan berdewam e.

Wekî ku cotkarek dibêje, di nav vê hişkesaliya ku heye de, eger bendava gundê wî neba, bax û rez hemî dê hişk bûban. Ji ber vê yekê jî ew spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Cotkarekê gundê Resuleynê Akrê bi navê Fewzî Taha ji Kurdistan24ê re ragihand: “Eger ev bendav li gundê me nebûya, îsal ji ber hişkesaliyê rez, dar û baxên wan dê hişk bûban. Me ji bo karûbarên çandinî û xwedîkirina candaran ji vê bendavê pir feyde wergirtiye.”

Di dema çend salên borî de li bajarkê Akrê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, 41 pond û bendav hatine avakirin. Van pond û bendavan bi rêjeyeka zêde feyde gihandiye cotkaran û bi dehan donimên erdî yên rez û baxan av dane.

Cotkarekê din ê wî gundî bi navê Salih Mihemed ji Kurdistan24ê re got: “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku ev bendav çê kiriye. Me hejmareka mezin ji dar û baxan pê av dane û zêdetirî 100 hezar binên daran feyde jê wergirtiye. Berhemên me bi piranî zeytûn, fistiq, hinar û hêjîr in.”

 

 

Fly Erbil Advertisment