Li Hewlêrê ji bo rûbirûbûna pûçbûna hestiyan maratona hişyariyê hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca hişyarkirina welatiyan li ser nexweşiya pûçbûna hestiyan (osteoporosis), îro 24ê Cotmehê li bajarê Hewlêrê maratonek hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Sendîkaya Bijîjkên Kurdistanê, bi hemahengiya Komela Romatîzm û Çaksaziyê ya Kurdistanê û bi hevkariya Komela Tenduristiya Hestî û Gehan a Iraqê ve hat organîzekirin.
Derbarê armanca çalakiyê de, Serokê Komela Romatîzmê Şiwan Qadir ji Kurdistan24ê re ragihand: "Zêdetirî 200 kesan beşdar in da ku welatî ji vê nexweşiyê agahdar bibin, bi taybetî yên temenê wan li ser 50 salî re ye. Ev nexweşî dibe sedem ku hestiyên wan bi hêsanî bişkên, lê bi werzişkirinê em dikarin rê li ber bigirin."
Herwiha Şiwan Qadir da zanîn: "Kesên ku beşdar bûne, ji welatiyên bi temen, bijîjk û werzişvanan pêk tên. Ev cara yekem e ku bi boneya Roja Cîhanî ya Romatîzmê çalakiyeke bi vî rengî birêve diçe."
