Mesrûr Barzanî biryareka girîng di berjewendiya fermanberên Enkaweyê de da

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî guhertina cihê erdê fermanberên Enkaweyê ji sînorê Şaredariya Enkaweyê bo sînorê Şaredariya Hewlêrê pejirand.

Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî guhertina cihê belavkirina erdê fermanberên Enkaweyê ji sînorê Serokatiya Şaredariya Enkaweyê bo sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û destnîşankirina devereka taybetî ji bo Xiristiyanan di nexşeya sektorê de ji bo parastina taybetmendiya pêkhateya Xisirtiyanan pejirand.”

Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê herwesa got: “Ji ber sînordariya rûberê erdê li sînorê Şaredariya Enkaweyê û nebûna erdê pêdivî ji bo fermanberên Enkaweyê û herwesa parastina taybetmendiyên pêkhateya Xiristiyanan li Hewlêrê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî guhertina cihê dana erdê ji bo 1279 fermanberan ji sînorê Serokatiya Şaredariya Enkaweyê bo sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û dana erdê ji bo fermanberên sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê û di eynî demê de destnîşankirina devereka diyarkirî û taybetî di nexşeya sektorê de ji bo fermanberên Enkaweyê bi merema parastina taybetmendiya pêkhateya Xiristiyanan pejirand.”

Ji bo vê armancê jî, Wezareta Şaredarî û Geştyariyê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê erkdar kir ku karê pêdivî bike.

 
Fly Erbil Advertisment