Serok Barzanî sersaxî ji Heyder Ebadî re xwast

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî sersaxî ji Serokwezîrê Berê yê Iraqê Heyder Ebadî re xwast, ji ber wexera dawiyê ya dayika wî.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) peyameka hevxemiyê pêşkêşî Serokwezîrê Berê yê Iraqê Heyder Ebadî kir, ji ber wexera dawiyê ya dayika wî.

Serok Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de got: “Bi xem û kovaneka mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya dayika Dr. Heyder Ebadî gihîşt me. Di vê bûyera xemgîn de, em sersaxiyê ji wî û malbata wî re dixwazin.

Serok Barzanî amaje jî da: “Em ji Xudayê mezin dixwazin ku wexerkiriyê bi behişta xwe şa bike û sebir û hedarê bi malbata wê jî bide.”

 
Fly Erbil Advertisment