Serok Barzanî: Divê encamên hilbijartinan bo avakirina hikûmeteka federal bibin pîver
Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî ragihandiye ku, Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.
Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Robin jî amade bûbû, behsa rewşa siyasî, guhertin, pêşketin û qebxwaziyên li Iraq û deverê hatin nîqaşkirin. Herwesa behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û peymana vê dawiyê ya di navbera herdu aliyan de li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî hat kirin û girîng dît ku ev peyman berdewam pêşve biçe.
Di pareka din a wê civînê de, herdu alî li ser hilbijartinên bên ên Encûmena Nûnerên Iraqê, encam û pêngavên piştî vê pêvajoyê û lihevnêzîkbûna aliyên siyasî yên Iraqê axivîn.
Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve piştgiriya xwe ji bo lidarxistina hilbijartinan di hawirdoreka azad û demokratîk de anî ziman û tekez kir ku, divê encamên hilbijartinan ji bo avakirina hikûmeteka federal a bihêz li ser bingeha destûra herdemî ya Iraqê û bi tevlîbûna hemî pêkhate û aliyên siyasî bibin pîver.
Têkiliyên Rûsyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û pêşxistina wan têkiliyan jî mijarên pareka din a wê civînê bûn.
