18. Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Ser Cadeyan li Merîwanê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera 18ê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Ser Cadeyan li Merîwanê bi tevlîbûna bi dehan komên navxweyî û navneteweyî tê lidarxistin.

Gera 18ê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Ser Cadeyan li Merîwanê îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) li bajarkê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna hunermendên seranserê Îranê û derveyî Îranê hat destpêkirin.

Birêvebirê Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Ser Cadeyan li Merîwanê Fatih Badperva ji ajansa nûçeyan a Tesnîmê re got: "Îsal 44 komên şanoyê ji derve û ji hundirê Îranê tevlî vê festîvalê dibin. Çalakiyên vê festîvalê li Parka Şanoyê, Parka Zirêbarê û Meydana Bawereşê tên pêşkêşkirin û gelek pêşbirk jî ji bo berhemên şanoyê yên navxweyî û navneteweyî tên lidarxistin.”

Fatih Badperva herwesa ragihand: “Berhemên şanoyê sê berhemên navxweyî yên Îranî û heft berhemên navneteweyî ji welatên Kanada, Almanya, Rûsya, Ermenistan, Cezayîr, Iraq û Herêma Kurdistanê vedigirin. Me ji bo pêşwazî û xizmeta kom û hunermendên tevlîbûyî bernameyeka hêja û guncayî amade kiriye.”

Navvbirî amaje jî da: "Gelek kes ji hemî parêzgehên Îranê hatine Merîwanê û şêniyan jî bi germî û xweşî pêşwaziya wan kiriye."

Şêwirmendê Payebilind ê Wezîrê Çandê yê Îranê Mihemed Mehdî Ehmedî got: "Ez destpêkirina Gera 18ê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Ser Cadeyan li hemî hunermend û tevlîbûyîyan pîroz dikim. Ez ji bo vê pêşwaziya germ jî spasiya şêniyên Merîwanê dikim. Ev nîşana reseniya çanda Kurdistanê ye.”

Gera 18ê ya Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Ser Cadeyan li Merîwanê ji 26 heta 29ê vê mehê berdewam dibe.

 
 
Fly Erbil Advertisment