Mesrûr Barzanî û Balyozê Rûsyayê hilbijartinên Iraqê nîqaş kirin
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir û pê re danûstandin li ser çend mijaran kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.
Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Rubin jî tevlî wê civînê bûbû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir: “Di wê civînê de pêşxistina têkiliyên dualî û guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê hatin nîqaşkirin.”
Her wê çavkaniyê amaje jî da: “Di pareka din a danûastandinan de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartinên Encûmena nûnerên Iraqê li hev guhertin.”
 
