HPG: Vekişîna hêzên me ji Tirkiyeyê bo parastina pêvajoya aştiyê li deverê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Fermandariya HPGê ragihand ku, pêngava vekişîna hêzên wan ji Tirkiyeyê ji bo parastina pêvajoya aştiyê li deverê ye; herwesa azadkirina Rêberê PKKê yê girtî dê ji bo berdewamiya wê pêvajoyê pir girîng be.

Fermandarê Fermandariya Hêzên Parastina Gel (HPG) Devrim Palu îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) Ajansa France Pressê re li ser vekişîna çekdaran ji Tirkiyeyê axivî.

Devrim Palu ragihand: "Hin kes hene ku dixwazin astengiyan ji vê pêvajoyê re biafirînin, lê ew pêngavên ku em niha diavêjin ji bo wê yekê ne ku pêşiyê li bizavên wesa bigirin. Eger ne, mimkin e zirarê bidin wê pêvajoyê."

Wî fermandarî amaje jî da: “Azadkirina Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan dê ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê bi awayekê bibandor pir girîng be.”

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sebrî Ok îro (Yekşem, 26ê Cotmeha 2025ê) li quntara Çiyayê Qendîlî bi tevlîbûna 25 çekdaran hat lidarxistin di konferanseka rojnamevanî de pêngaveka kiryarkî ya nû ya partiya xwe li ser pêvajoya aştiyê ya nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ragihand.

Navbirî herwesa got: “Li ser bingeha bername û biryarên Kongreya 12ê û Destûra Rêber Abdullah Ocalan, me dest bi avêtina pêngava vekişîna wan hêzên xwe ji Tirkiyeyê kiriye, ku di xetereya pevçûnê de ne û ji bo rûdana îhtîmalên nexwestî mimkin in.”

 
 
Fly Erbil Advertisment