Festîvala Helbestê li Qamişlo: Banga parastina zimanê dayikê hat nûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala 30'emîn a Helbesta Kurdî bi beşdariya 58 helbestvanên ji herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Di festîvalê de, ku di bin diruşma "Bi hev re ji bo parastina zimanê dayikê û bilindkirina asta helbesta Kurdî" birêve çû, girîngiya helbestê di parastina nasnameyê de û pêwîstiya nûjenkirina wê hatin gotûbêjkirin.

Festîval bi amadebûna hejmareke berçav a kesayetiyên siyasî, civakî û rewşenbîran dest pê kir. Beşdaran bal kişandin ser dîroka dûr û dirêj a festîvalê, ku di rewşên herî zehmet de jî weke stargehekê ji bo helbestvan û zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê xizmet kiriye.

Di axaftinên xwe de, gelek helbestvan û rewşenbîran tekezî li ser wê yekê kirin ku divê helbesta Kurdî ji şêwazên klasîk derbas bibe û berê xwe bide helbesta modern.

Helbestvan Can Îbrahîm, yek ji beşdarên festîvalê, bal kişand ser rola helbestê di dewlemendkirina ziman de û got: "Pêwîst e helbestvanên me karibin bi peyvên Kurdî yên çeleng û bi zimanê Kurdî yê dewlemend, derya helbestê bi civakê bidin nasîn û xwendin."

Herwiha nivîskar û helbestvan Luqman Yûsif jî hêviya xwe anî ziman ku "ew şêweyê berê hinekî pêş keve û ber bi şêweyekî nûjen ve here."

Beşdariya Jinan Kêm Bû

Yek ji mijarên ku di festîvalê de hat rexnekirin, kêmbûna rêjeya beşdariya jinên helbestvan bû. Endama Komîteya Amadekar û helbestvan Şemis Enter diyar kir: "Wek jin, em dibînin ku hejmara jinan tê de kêm e. Yanî ji 58 helbestvanan, tenê 8 jê jin in."

Şemis Enter hêvî kir jî ku di salên bê de ev rêje bilindtir bibe, da ku dengê jinê di qada helbesta Kurdî de bi awayekî xurttir cih bigire.

Festîval bi xwendina helbestan û nîqaşên li ser paşeroja wêjeya Kurdî bi dawî bû, û beşdaran soza berdewamkirina vê kevneşopiya çandî nû kirin.

Dîrokeke Tijî Zehmetî û Berxwedan

Festîvala Helbesta Kurdî cara yekem di sala 1993'an de hatibû destpêkirin û roja koça dawî ya helbestvanê mezin Cegerxwîn weke "Roja Helbesta Kurdî" hatibû diyarkirin. Di salên berê de, beşdarên festîvalê rastî zext û zordariyeke mezin a rejîma Sûriyê dihatin û bi dehan helbestvan tenê ji ber beşdarbûna xwe dihatin girtin. Lê îro, ev kevneşopî weke sembola berxwedana çandî didome.

 
Fly Erbil Advertisment