Amîna Zikrî: Kurdistan24 deng û rengê gelê Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî salvegera 10ê ya Kurdistan24ê pîroz kir got: “Kurdistan24 deng û rengê gelê Kurdistanê ye.”
Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikrî salvegera 10ê ya Kurdistan24ê li temaşevanên wê pîroz kir û got: “Kurdistan24 bûye deng û rengê gelê Kurdistanê. Ev kanal bûye platformek ji bo gihandina dengê gelê Kurdistanê ji bo derve û cîhanê.”
Amîna Zikrî amaje jî da: “Me di şerê li dijî DAIŞê de û herwesa di referandûma Kurdistanê de dît ku, bandora Kurdistan24ê li ser gihandina dengê gelê Kurdistanê ji bo derve û navendên biryardanê li cîhanê xuya bû, lewma em dikarin bibêjin ku Kurdistan24 deng û rengê gelê Kurdistanê ye.”
Endama navbirî herwesa got: “Bi piştevaniya Xudê, Kurdistan24 dê li ser siyaseta xwe ya tevgir ji bo parastina gelê Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê berdewam be û dê deng û reng û platforma gihandina dengê gelê Kurdistanê ji bo derve û cîhanê be.”
10 sal di ser damezrandina Kurdistan24ê re derbaz dibin. Li gorî şarezayên warê medyayê, Kurdistan24ê bi nerîneka neteweyî bizav kiriye ku nûçe û zanyarên rast û durist pêşkêşî wergirên xwe bike.
Dezgeha Kurdistan24ê ya Vekolan û Medyayê navendeka medyayî ya bêalî û profesyonel e, ku berhemên medyayî yên kurt bi awayekê profesyonel pêşkêşî bîner, guhdar û xwendevanên xwe dike.
Kurdistan24 bi rêya toreka medyayî ya rêxistî - radyo, televîzyon û malperê bi zimanên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî - zanyarên rast û durist pêşkêşî wergirên xwe yên li Kurdistanê û deverê û hemî cîhanê dike.
