30emîn Mihrecana Helbesta Kurdî li Qamişlo hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakiyên gera 30emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî, îro 31ê Cotmehê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariyeke berfireh ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran ve birêve çûn. 

Mihrecana îsal bi amadebûneke mezin a nivîskar, helbestvan, siyasetmedar û rewşenbîrên ji seranserê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Tê de 50 helbestvanên ji deverên cuda, ku di nav wan de hejmareke berçav a jinan jî hebû, bi helbestên xwe beşdar bûn.

Xelata Mihrecana 30emîn ji bo helbestvan Imranê Menteş bû. Menteş, ku ji sala 1989an ve dest bi nivîsandina helbestê kiriye, weke kesekî xwedî ked û xizmet di warê ziman û wêjeya Kurdî de tê naskirin.

Di mihrecanê de herwiha rêz li du kesayetiyên din ên helbesta Kurdî jî hat girtin. Du bawernameyên rêzgirtinê hatin dayîn; yek ji bo bîranîna helbestvana koçkirî Mizgîn Hesko û ya din jî ji bo helbestvan Enwer Sofî.

Mihrecana Helbesta Kurdî yekem car di sala 1993an de hatibû lidarxistin û ev 30 sal in nifş li pey nifş mezin dibe û cihê xwe di nav de digirin, ku ev yek nîşana berdewamî û girîngiya wê ye ji bo parastin û geşkirina helbesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

 
Fly Erbil Advertisment