Helbestanê Kurd Mehmûd Birîmce "Nîgaşên Xembaran" çap kir
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û helbestvanê Kurd ê ji Efrînê Mehmûd Birîmce, berhema xwe ya nû ya helbestan a bi navê "Nîgaşên Xembaran" çap kir û pêşkêşî xwînerên wêjeya Kurdî kir. Pirtûk, weke ku nivîskar diyar dike, li ser êş, azar û tenêtiya mirovê Kurd ê xembar û dilbirîn disekine.
Helbestvan Mehmûd Birîmce ji K24ê re ragihand, pirtûka "Nîgaşên Xembaran" ji sî û heft helbestan pêk tê û di nav sed û çar rûpelan de hatiye berhevkirin. Pirtûk li çapxaneya "El-Fereh" a li parêzgeha Idlibê hatiye çapkirin.
Derbarê naveroka pirtûkê de, Mehmûd Birîmce got: "Hemû helbestên pirtûkê li ser tevna êş û azarên mirovê xembar tên rêsan, ango ew kesê ku di nav çar dîwaran de maye û di genava tarî û dilbirîniyê de noq bûye."
Birîmce di berdewamiya axaftina xwe de kûrahiya hestên di pirtûkê de wiha anî ziman: "Ew mirov, li pêş çavên xwe ti kesî ji bilî hebûna Xweda nabîne da ku kela dilê xwe jê re birijîne. Lewma ew tenê di nav nîgaş û sawêrên xwe de digevize û naxwaze ji wê heyamê rizgar bibe. Helbet, ev rewşa mirovê Kurd e li hemû deverên welatê wî; ewê ku ji hemû maf û daxwazên xwe hatiye dûrxistin."
Mehmûd Birîmce Kî ye?
Mehmûd Birîmce, di sala 1977an de li gundê Kefirsefrê yê Efrînê ji dayik bûye. Ew mamoste û nivîskarekî çalak e ku hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî dinivîse.
- Xwendin: Di sala 2001ê de bawernameya ziman û wêjeya Erebî ji Zanîngeha Helebê wergirtiye.
- Kar û Xebat: Ji sala 2001ê ve mamostetiya zimanê Erebî dike. Ji sala 2017an ve weke hûrbîner û derhênerê pirtûkan kar dike û derhênaniya zêdetirî heştê pirtûkan kiriye. Du roman ji Kurdî wergerandine Erebî.
-Mamostetiya Zimanê Kurdî: Di sala 2023an de li Peymangeha Bilind a Zimanan li Ezazê û di sala 2024an de jî li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Efrînê bûye mamosteyê Zimanê Kurdî.
Berhemên Mehmûd Birîmce:
- Bi Kurdî: Hêviyên Veşartî (Helbest, 2020), Nîgaşên Xembaran (Helbest, 2025)
- Bi Erebî: صرخات انسانية (Helbest, 2019), أرواح ثائرة(Helbest, 2020), عفة الصبابة (Helbest, 2022)
Ji bilî pirtûkên xwe, Birîmce gelek gotarên wêjeyî û rewşenbîrî di kovar û rojnameyên Kurdî û Erebî de weşandine.
Ev jî helbesteke Mehmûd Birîmce ya ji "Nîgaşên Xembaran" e:
PAYTEXTA AZARAN
Di dilê min ê bêzar de
Yê ku bûye paytexta hêviyên baskoyî
Hemû azarên dirantûj serbest difirin
Hemû çivîkên Buharê kulbar bûne
Perên wan tarî girtine
Wek pêrçemokên şevê
Tewşankî xwe li rêyan badidin
Hemû êşên xulmaş û piştşikestî
Ji nû ve serî hildane
Ta dilê min bû cîwarê kulî û çirçirikan
Ewên ku seriyên gul û sosinan rûçiqandine
Rêya hetav û heyvronê lê girtine
Mêrgên dilê min kirine goristana hêviyên darvekirî
🕊🕊🕊 🕊🕊🕊
Çima hemû kes rûyê Buhara nûhatî
Bi xeroş û şadiyê di çavên xwe de dimeyînin
Tenê ez dîmenên wê yên geş
Bi fermêskên germ dişom?!
Çima ezê dîlê tirs û sawêran bimînim?
Her roj li ber destên elendê
Hêviyên min dihên beravêtin?
Tariya şevê sîwana xwe ji ser min nakişîne
Kenê zarok û çîvçîva çivîkan
Di guhê min de dibin qêrîn û hawar
Gelo narvîna min ê qet serî hilnede
Û ji daristana dirindeyî rizgar nebe?!
Û ezê wek rêwiyekî windayî
Her dem li ber zinar û çaterêyan
Hilavêtinên dilê xwe bijimêrim?!
