Li Herîrê ji ber hişkesaliyê berhema birincê kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Batasê yê ser bi navçeya Herîrê ve, werzê dûrîna birincê dest pê kiriye. Tevî hebûna amûr û teknolojiya nûjen, cotkarên vê deverê hîn jî li ser rêbaza bav û kalên xwe, bi das û stranên kevnar, berhemê xwe kom dikin û dibêjin ku "xêr û bereketa vî karî di kevneşopiyê de ye."

Her sal di vê demê de, cotkarên gundê Batasê mil bi milê hev û bi dasên xwe birincê didirûn. Ev dîmen ne tenê xebateke çandiniyê ye, lê di heman demê de parastina kevneşopiyeke bi sedan salan e ku nifş bi nifş hatiye veguhestin.

Cotkar Şemal Ferhad diyar kir ku ew ev 10 sal in vî karî dike, lê malbata wî zêdetirî 100 salan e li ser heman erdî birincê diçîne. Şemal ji K24ê re got: "Rast e gelek kes bi amûran didirûn, lê em hîn jî bi destan vî karî dikin. Em bawer dikin ku bi vî awayî hem tama birincê xweştir dibe, hem jî xêr û bereketa wê zêdetir dibe." Herwiha da zanîn jî ku mişteriyên wan ên taybet ji Hewlêr, Silêmanî û Akrê hene.

Lê belê, îsal berhem ne weke salên borî ye. Ji ber hişkesalî û kêmbûna avê, cotkar dibêjin ku berhema wan kêm bûye.

Rêveberê Çandiniyê yê Herîrê Ferîq Hesen ev yekê piştrast kir û diyar kir ku her çend berhema salane ya navçeyê bi giştî digihîje derdora 700 tonî, lê tê pêşbînîkirin ku îsal ji ber hişkesaliyê ev hejmar kêm bibe. 

Li gorî Ferîq Hesen, li sînorê navçeya Herîrê zêdetirî 7 hezar donim erdê çandiniyê heye û ji wê 420 donim ji bo çandina birincê hatiye veqetandin.

Piştî dûrînê, birinc li ber rojê tê hişkkirin û paşê di aşan de tê paqijkirin. Bi vî awayî, cotkarên Batasê ne tenê birincê, lê çand û kevneşopiya xwe jî didirûn û di navbera zehmetiyên xwezayê û pabendbûna bi rabirdûyê re, çîroka xwe ya taybet dinivîsin.

 

 

Fly Erbil Advertisment