Di 9 mehan de 1.3 milyon geştiyaran serdana Diyarbekirê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di demsala payîzê de jî qada geştiyariyê geş û rengîn e. Komeleya Geştiyarî û Danasînê ya Diyarbekirê balê dikêşe ku îsal rewşa geştiyariyê ji tiştê wan pêşbînî dikir baştir e ku pêşbînî derdora 1 milyon û 200 hezar geştiyar bû, lê xuyaye dê xwe li 1 milyon û 500 hezarî jî bide. Geştiyarên tên Diyarbekirê jî hem fêrî çend gotinên bi kurdî dibin hem jî dibêjin Diyarbekir bajarek efsûnî ye.

Şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê yên di cîhanê de bi nav û deng in bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî û bi bedewbûna xwe dikarin her 4 demsalan jî geştiyaran bikêşin Diyarbekirê. Li gorî Parêzgeriya Diyarbekirê di sala 2024an de 1 milyon û 100 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiribûn û Komeleya Geştiyarî û Danasîna Diyarbekirê jî balê dikêşe îsal geştiyariya Diyarbekirê ji sala borî baştir e.

Serokê Komeleya Geştiyarî û Danasîna Diyarbekirê Edîp Paçal got: “îsal rewşa geştiyariya Diyarbekir ji qasî ku me pêşbînî dikir gelek baştir e. Me digot qey wê heta dawiya salê hijmara geştiyaran bigihîje 1 milyon û 200 hezarî lê ji niha de  ji wê hijmarê derbas kiriye. Îsal rewş gelek baş, ji ber wê em keyfxweş in. Bêguman bandora pêvajoyê jî heye ku evqasî gelek geştiyar tên Diyarbekirê, em ji pêvajoyê keyfxweş in.”

Li gorî daneyan di 9 mehên îsal de 1 milyon û 300 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kirine ku li gorî sala borî ji niha ve %21 zêdebûn çêbûye. Geşrtiyarên serdana Diyarbekirê dikin hem li aliyekê fêrî gotinên kurdî dibin hem jî dibêjin wan nedizanî Diyarbekirê evqas xweş û xwedî dîrokek dewlemend e.

Geştiyar Fatma Tokcan: “Ez ji bajarê Amsterdamê hatime li Diyarbekirê geştê dikim. Diyarbekirê bandorek mezin li min kir. Diyarbekir bajarekî efsûnî ye. Dîrokek dewlemend û zindî li vê derê heye. Mirov gelek mêhvanperwer in, wekî ku ez li mala xwe bim, min nedizanî evqasî dîrokek dewlemend heye.”

Geştiyar Hamdî Kûzûcû dibêje: “Ev cara yekem e ez têm Diyarbekirê lê bi tekez ez dibêjim evê ne cara dawî be, ezê carek din jî werim. Ez ji Hollandayê hatime, malbata min ji Kayseriyê ye û ez li Hollandayê jidayîk bûme, min navê Diyarbekir bihîstibû lê zêde agahiyên min nebûn. Diyarbekirê ji tişta ku min texmîn dikir gelek xweştir û dewlemendtir e.”

Ji ber germa havînê bi pirranî geştiyar di demsalên bihar û payîzê de berê xwe didin Diyarbekirê. Komeleya Geştiyarî û Danasîna Diyarbekirê pêşbînî dike ku heta dawiya îsal jî geştiyariya Diyarbekirê zindî û geş be.

 
 
Fly Erbil Advertisment