Yarîzanekê Kurd di yariya Ju-Jitsuyê de bû qehremanê Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Qehremaniya Dawiya Ju-Jitsuyê ya Ewropayê li bajarê Romayê yê Îtalyayê hat lidarxistin.

Ferşad Gêrdkane Kurdekî şêniyê Belçîkayê ye û tevlî wê qehremaniyê bûye û di kategoriya giraniya 94 kg de pileya yekê bi dest xist û alaya Kurdistanê bilind kir.

Ferşad Gêrdkane di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê re got: “Ez pir kêfxweş im û ez vê serkeftinê ji malbatên şehîdên Kurd û Kurdistanê re pêşkêş dikim.”

Navbirî herwesa ragihand ku, ew vê medalyayê pêşkêşî Kerkûk, Efrîn û Urmiyê dike. Amaje jî da ku, ev bajar Kurdî ne û dê Kurdistanî bimînin.

Ferşad Gêrdkane li Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê hatiye ser dinyayê û bi salan e ku ew li bajarê Brukselê yê paytexta Belçîkayê dijî.

 
Fly Erbil Advertisment